​​​​​​​Jinên ereb: Ji bo azadiya Rêber Ocalan divê tevahî jin li cîhanê li qadan bin

Jinên ereb destnîşan kirin ku fikrê Rêber Abdullah Ocalan a rizgariyê, bandor li kesayeta wan û rola wan di civakê de kiriye. Jinan bang li jinên cîhanê kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li qadan bin.

​​​​​​​Jinên ereb: Ji bo azadiya Rêber Ocalan divê tevahî jin li cîhanê li qadan bin
30 gulan, 2023   23:20
QAMIŞLO

Pêkhate û gelên cîhanê bi tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan eleqadar in. Nexasim gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di 19'ê Tîrmehê de li gorî fikrê Rêber Abdullah Ocalan şoreşek li dar xist û guhertineke bingehîn li herêmê çêkir.

Dewleta Tirk a dagirker tecrîdeke giran lê ferz dike û ji 25'ê Adara 2021'an ve agahî jê nayê girtin.

Jinên ereb ên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo ji ajansa me re axivîn û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan red kirin.

/kr/uploads/files/2023/05/30/190632_-.webp

Endama Mala Jin a navçeyê Katrîn Xelef diiyar kir ku ji ber siyasetên li dijî jinan û civakê, jin hertim dihat paşguhkirin û wiha domand: "Lê bi saya fikrê Rêber Abdullah Ocalan me girîngoya rola xwe nas kir."

Katrîn anî ziman ku bi ferzkirona tecrîdê şerê projey biratiya gelan têbkirin.

/kr/uploads/files/2023/05/30/190645_-.webp

Endama Şaredariya Gel a navçeyê Necah Qeso jî diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan kesayeta jinan û rola wan di civakê de baş analîz kir û ji ber wê gelek jinan bi fikrê wî bawer kir û ji xwe re kir bingeh.

Necah wiha pê de çû: "Em tecrîdê şermezar dikin. Jo bo azadiya wî fîzîkî bi dest bikebe, divê tevahî jin li cîhanê li qadan bin."

/kr/uploads/files/2023/05/30/190618_-.webp

Endama komîna Şehîd Welat a navçeyê Semîre El Îbrahîm got: "Fikrê Rêber Abdullah Ocalan bandor li gelek jinan bi taybet ên ereb kir. Ji ber wê do nav saziyan de kar dikin û li eniyan in. Ji ber fikrê wî yê rizgariyê şoreşek li civakê û Rojhilata Navîn li dar ket."

Di dawiyê de Semîre îşaret bi armanca tecrîdê kir û got: "Bi tecrîdê şerê projeya biratiya gelan dikin. Ji ber wê divê her kes li hember siyasetên mêtingeriyê li ber xwe bidin."

(dm/şx)

ANHA