Pêşangeha Rojava ya Hunera Şêwekariyê ya 8`an bi dawî bû

Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Pêşangeha Rojava ya Hunera Şêwekariyê ya 8`an bi xelatkirina 109 hunermenedan bi dawî kir.

Pêşangeha Rojava ya Hunera Şêwekariyê ya 8`an bi dawî bû
Pêşangeha Rojava ya Hunera Şêwekariyê ya 8`an bi dawî bû
Pêşangeha Rojava ya Hunera Şêwekariyê ya 8`an bi dawî bû
Pêşangeha Rojava ya Hunera Şêwekariyê ya 8`an bi dawî bû
Pêşangeha Rojava ya Hunera Şêwekariyê ya 8`an bi dawî bû
Pêşangeha Rojava ya Hunera Şêwekariyê ya 8`an bi dawî bû
Pêşangeha Rojava ya Hunera Şêwekariyê ya 8`an bi dawî bû
Pêşangeha Rojava ya Hunera Şêwekariyê ya 8`an bi dawî bû
30 gulan, 2023   17:08
QAMIŞLO

Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevkariya Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê di bin sîwana Sempozyuma Hunera Şêwekariyê ya 4`an de, Pêşangeha Rojava ya Hunera Şêwekariyê ya 8`an bi dirûşma “Bi hev re hunerê bikin bihara dilan” di 28`ê Gulanê de li dar xistibû.

Di 3 rojên pêşangehê de, 109 şêwekaran berhemên xwe pêşandan.

/ar/uploads/files/2023/05/30/161524_abd-almjyd-khlf.webp

Di roja dawîn a pêşangehê de, endamê Komîteya Amadekar Ebdulmecîd Xelef axivî û bixêrhatina beşdaran kir. Têkildarî pêşangehê Xelef wiha got: “Her sal pêşangeh li dar dikeve û her du sal sempozyum li dar dikeve. Îsal 20 hunermend tev li sempozyumê bûn. Li Qamişoyê jî, 89 hunermend beşdar bûn. Yanî bi giştî 109 hunermend hebûn.”

Xelef bang li her kesî kir ku hunerê biparêzin, pêş bixin û di dawiyê de spasiya her kesî kir ku hewl daye pêşangeh biser keve.

Piştî axaftinê, li ber stranên hunermend Evîn Bîlal, Ecîb Îbrahîm ên Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê beşdaran govend gerand.

Di dawiya pêşangehê de, 109 hunermend ji aliyê cîgira hevserokatiya Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ronahî Hesen û hevserokê Desteya Çandê ya herêma Cizîrê Îliyas Seydo ve hatin xelatkirin.

Hêjeyî bibîrxistinê ye ku Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di pêşangehê de 25 tablo kirîn.

(dm/şx)

ANHA