​​​​​​​Herêmên Rêveberiya Xweser ji wan re bûn stargeh

Malbateke sûriyeyî piştî rêwîtiya koçberiyê li Lubnanê ku 6 salan dom kiriye, ji Lubnanê hat koçberkirin û xwe spartin herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên aram.

​​​​​​​Herêmên Rêveberiya Xweser ji wan re bûn stargeh
31 gulan, 2023   03:44
REQA-ENES MIHEMED

Malbata Hemed El Şêx ku ji 9 kesan pêk tê, piştî ku çeteyên DAIŞ`ê bajarê wan Girê Spî sala 2016`an kontrol kir, koçberî Lubnanê bûn.

Dawiyê, malbat li kampa penaberên sûriyeyî ya li herêma Bîqaa ya Lubnanê bi cih bû, pê re êşên xurbetiyê dest pê kirin. Ne dost, ne xizim tenê nasnameya sûriyeyî niştecihên kampê bi hev ve girê dide.

Êşa malbata sûriyeyî mîna êşên penaberên sûriyeyî yên li dewletên derdora welatê wan e. Di wan kampê de xebatên sereke tune bû, xwarin û ava pak û xebatên tenduristiyê bi zorê dihat peydakirin.

Piştî ku hin komeleyên xwecih li dora penaberên sûriyeyî yên di nav kampê de kom bûn yanjî xwedî derketin, hikumeta Lubnanê biryar da ku wan vegerîne Sûriyeyê.

/kr/uploads/files/2023/05/30/190452_-.webp

Malbata El Şêx tevî 6 malbatên din ji kampa Bîqaa ji aliyê artêşa Lubnanê ve hatin derxistin û li ser sînorên parêzgeha Humsê ya Sûriyayê bê pere û stargeh hatin hiştin. Lê malbatan biryar da ku berê xwe bidin herêmên Rêveberiya Xweser.

Hemed El Şêx, diyar kir ku piştî ku biryara Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bihîst ku amade ye penaberên sûriyeyî yên li Lubnanê pêşwazî bike, wan ev biryar stendiye.

Hemed El Şêx nexwest vegerin Girê Spî ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin û ji ber ewlehiya li herêmê west lê bi cih bibe.

Der barê de El Şêx got: “Me bihîst ku Rêveberiya Xweser gotiye, ew amade ye penaberan pêşwazî bike. Em vê însiyatîfa wan silav dikin. Em minetdarên wan in.”

Rêveberiya Xweser Nîsana borî ragihandibû ku ew amade ye penaberên sûriyeyî yên li Lubnanê pêşwazî bike û pêdiviyên wan peyda bike.

Hefteya borî 7 malbatên sûriyeyî yên ji Lubnanê hatibûn derxistin, gihaştin herêmê û li kampa Hikumiye ya bakurê Reqayê hatin bicihkirin. Ji bo penaberên sûriyeyî yên li Lubnanê plansazî heye ku kampeke taybet bê avakirin.

Ji dema ev malbat hatine herêmê, Rêveberiya Xweser xwarin û pêdiviyên din ji wan re pêşkêş dike û soz daye wan ku di demeke zû de rewşa wan baştir bike.

Hemed El Şêx (40) spasiya Rêveberiya Xweser kir ku pêdiviyên wan peyda dike.

(dm/şx)

ANHA