​​​​​​​Mîhrîcana Şehîd Hogir vê carê li Tebqayê bû

Bi diruşma "Bi çand û werzîşê em xebata xwendinê dîrokî bikin " Mîhrîcana Şehîd Hogir a Xwendekaran li Tebqayê hat lidarxistin.

​​​​​​​Mîhrîcana Şehîd Hogir vê carê li Tebqayê bû
​​​​​​​Mîhrîcana Şehîd Hogir vê carê li Tebqayê bû
​​​​​​​Mîhrîcana Şehîd Hogir vê carê li Tebqayê bû
​​​​​​​Mîhrîcana Şehîd Hogir vê carê li Tebqayê bû
​​​​​​​Mîhrîcana Şehîd Hogir vê carê li Tebqayê bû
​​​​​​​Mîhrîcana Şehîd Hogir vê carê li Tebqayê bû
​​​​​​​Mîhrîcana Şehîd Hogir vê carê li Tebqayê bû
​​​​​​​Mîhrîcana Şehîd Hogir vê carê li Tebqayê bû
​​​​​​​Mîhrîcana Şehîd Hogir vê carê li Tebqayê bû
26 gulan, 2023   16:59
TEBQA

Bi diruşma "Bi çand û werzîşê em ê xebata xwendinê bikin dîrokî ", Yekitiya Xwendekaran a Tebqayê Mîhrîcana Şehîd Hogir li Stada Yekitiya Werzîşê li dar xist.

Mêvanên ji Kobanê, Qamişlo, Şehba, Dêrazor, Reqa, Minbic jî di nav de, nûnerên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, meclisên leşkerî, nivîsgeh û komîteyên jinan û tevgerên ciwanan beşdarî mîhrîcanê bûn.

Piştî axaftina destpêkê ya mîhrîcanê helbest hatin xwnedin û ji aliyê komên çand û hunerê ve şano û stran hatin pêşkêşkirin.

Di mîhrîcanê de lîstikên futbol, pîngpong, şatrenc û pêşbirkên pirs û bersivan hatin lidarxistin. Tîma Tebqa ya futbolê di asta yekemîn de û tîma Reqayê di asta duyemîn de bi ser ketin û hatin xelatkirin. Lîstivanên pîngpongê û yên şatrencê yên serketî jî hatin xelatkirin.

Mîhrîcan bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû.

Hêjaya bibîrxistinê ye ku Mîhrîcana Şehîd Hogir a Xwendekaran 19'ê Gulanê li bajarê Qamişloyê hat lidarxist.

 (bb)

ANHA