Berxwedana xelkê Mexmûrê li dijî zext û dorpêçê didome

Leşkerên Iraqê carek din bi hêzeke mezin dixwaze Kampa Mexmûrê dorpêç bikin. Xelkê kampê li hember vê hewldanê li ber xwe dide.

Berxwedana xelkê Mexmûrê li dijî zext û dorpêçê didome
25 gulan, 2023   06:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, artêşa Iraqê vê sibehê jî li derdora Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ketin nava li vir û tevgerê.

Leşker hewl didin ku kampê ji aliyê semta Şehîd Robar li derdora bîrên ku ava wargehê jê tên, dorpêç bikin.

Niştecihên kampê li pêşberî vê hewildanê rawestiyane.

Li aliyê din konê berxwedanê yê xelkê Mexmûrê li dijî hewldanên dorpêç û têlkirinê vedaye, di roja 6`an de dewam dike.

(c)