Fermandara YPJ’ê li Katalonyayê ye

Endama Fermandariya Giştî a YPJ’ê Sozdar Dêrik li herêma xweser a Katalonyayê, bi Seroka Parlamentoyê û nûnerên partiyên siyasî yên li parlamentoyê re hevdîtin pêk anîn.

Fermandara YPJ’ê li Katalonyayê ye
Fermandara YPJ’ê li Katalonyayê ye
Fermandara YPJ’ê li Katalonyayê ye
Fermandara YPJ’ê li Katalonyayê ye
Fermandara YPJ’ê li Katalonyayê ye
Fermandara YPJ’ê li Katalonyayê ye
Fermandara YPJ’ê li Katalonyayê ye
Fermandara YPJ’ê li Katalonyayê ye
25 gulan, 2023   07:41
BARCELONA

Sozdar Dêrik li ser vexwendina parlamentoya Katalonya ku herêmek xweser a girêdayî Îspanyayê ye, çû vî welatî.

Fermandara YPJ’ê Sozdar Dêrik li vir bi Seroka Parlamentoya Katalonyayê Alba Vergés  Bosch, nûnerê Partiya Namzetiya Yekîtiya Gel (CUP –Candidatura d’Unitat Popular) Carles Riera û nûnerê Partiya Çepa Komarparêz a Katalonyayê ( ERC – Esquerra Republicana de Katalonya)   Wagensberg re hevdîtin pêk anîn.

Li gorî agahiyên ku Navenda Ragihandina YPJ’ê dane, di hevdîtinan de li ser mijarên ewlekariyê yên li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, metirsiya DAIŞ’ê û têkoşîna bi wê re, rewşa kampa Holê, êrîş û şantajên (mijara avê û hwd.) dewleta Tirk ên li ser herêmê gotubêj hatin kirin.

Têkoşîna jinan a li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê di warê leşkeri, siyasî û civakî de tê meşandin jî mijarek sereke ya hevdîtinan bû.

Di hevdîtinan de li ser rêyên çareseriyê yên pirsgirêkan jî hat rawestîn û bal hat kişandin ku DAIŞ ji bo tevahiya cîhanê metirsî ye, ev metirsî hîn jî didome, lewma divê hemû alî têkildarî DAIŞ’ê xwe berpirsyar bibînin. 

TEVLÎ PANEL Û PÊŞENGEHAN BÛ

Fermandara YPJ’ê Sozdar Dêrik ku rojnamevanên Katalonyayê eleqeyek mezin nîşanî wê da, tevlî bernameyên televîzyonên herêmê bû. Her wiha di panelek ku ji aliyê rojnamevan Mònica Terribas ve hat birêvebirin û zêdetirî 400 kes beşdar bûn de jî, pirsên mêvanan bersivandin.

Sozdar Dêrik tevlî fuara pirtûkan a li Barcelonayê jî bû. Di dema serdana Dêrik a fuarê de pirtûka nivîskar Dilar Dirik a bi navê “Tevgera Jinên Kurd/Dîrok, Teorî û Pratîk” ku têkoşîna jinên Kurd vedibêje jî, hat danasîn.

Hevditinên Fermandara YPJ’ê Sozdar Dêrik didomin.

https://peertube.plataformess.org/w/iyYtFgTMyQLVscSgGkxo6Z

ANHA