​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-5-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-5-2023
24 gulan, 2023   23:00

Jinên Ereb û Kurd tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide ku dengê azadiyê tune bike. Jinan got Rêber Abdullah Ocalan di dîroka mirovahiyê de guhertineke fikrî ya mezin bû û soz da ku heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna xwe mezin bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Parlamentera HDP`ê Feleknas Ûca diyar kir ku dê gelê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li dijî siyasetên qirkirinê, şer û tunekirinê bersiva herî mezin di 28’ê Gulanê anku tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê de bide desthilata Tirk.

Di lûtkeya Ereban a 32′yan de gelek dozên erebî û herêmî hatin nîqaşkirin û krîza Sûriyeyê cihekî fireh û girîng girt. Ew jî piştî 12 salan ji tecrîda Ereban a li ser Beşar Esed re û hebûna wî di lûtkeyê de pêk hat. Gelo ev çareseriyeke hêdî ya krîza Sûriyeyê yan hewldana Ereban a ji bo serweriyê ye?

Şêwekarên ku beşdarî Sempozyuma Rojava ya Hunera Şêwekariyê ya 4`emîn bûne, destnîşan kir ku huner roleke mezin di veguhastina raman, dîrok û rastiyê de ji nifşekî bo nifşê din dilîze.  (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Meclisa Sivîl a Reqayê, xebatên ji nû ve avakirina mizgefta herî mezin li bajêr didomîne. Di mizgeftê de gelek beş, minare û qube hene. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê 51 şehîdên mehên Adar, Nîsan û Gulanê bi bîr tînin ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

MSD`ê li hola Kampa Serdemê ya navçeya Ehdas a kantona Şehbayê panelek bi navnîşan “normalîzekirina erebî, encam û bandorên wê li ser rewşa herêmî, sûriyeyî û xwecih a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê” li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA