​​​​​​​Dengê awaza Mizgîn tê guhê me

“Lo hevalno; min got dengek li ber guhê min tê/dengê şoreşger û şoreşvana/dengê axîn û nalîn û qêrînê/ev deng can û cîgera min dihelînê”. Şehîd Mizgîn bi van ristan bal kişandibû ser şoreşgerî û têkoşînê. Niha jî dengê awaza wê di guhê hemû şoreşger û gelan de ye.

​​​​​​​Dengê awaza Mizgîn tê guhê me
​​​​​​​Dengê awaza Mizgîn tê guhê me
​​​​​​​Dengê awaza Mizgîn tê guhê me
11 gulan, 2023   01:50
NAVENDA NÛÇEYAN-HÊLÎN EYLUL

Îro salvegara 31’emîn a şehadeta hunermend, şoreşger, fermandar û pêşenga têkoşîna jinê Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) e.

Gurbet Aydin (Mizgîn) di sala 1962’an de li gundê Bileyder ê girêdayî bajarê Batmanê (Êlih) ê Bakûre Kurdistanê hatiye dine.

Bi deng û hunera xwe di temenê biçûk de tê nasîn, di ciwantiya xwe de jî li dijî zîhniyeta desthilatdar û polîtîkayên qirkirinê yên dijî Kurdan dikeve nava hewldanan.

Di encama vê lêgerîna xwe de bi rêya fermandarê nemir Mahsum Kormaz (Egîd) sala 1980’yan tevlî refên Tevgera Azadiya Kurdistanê dibe. Piştî demekê jî derbasî cem Rêber Abdullah Ocalan dibe. Beriya ku tevlî tevgera azadiyê bibe pêwendî bi endamên tevgerê çêdike, bi wan re kar dike. Li gorî hevpeyvîneke ku xwîşka wê Şukran Akşe di sala 2016’an de bi JINHA’yê re çêkiribû, Gurbet Aydin wê demê karê kuryetiyê kiriye.

‘EZÊ STRANA ME JI HEVALAN RE BÊJIM’

Şukran Akşe dibêje dengê Şehîd Mizgîn gelekî xweş bû, lewma her tim staran gotine û beriya ku tevlî PKK’ê bibe jî stranek ji bo Newrozê çêkiriye. Akşe got: “Jin me re got, binêr xwîşka min, ev strana min û te ye, dema ez tevlî gerîla bûm, ezê vê strana me ji hevalan rebêjim.” 

AVAKIRINA HUNER-KOM Û KOMA BERXWEDAN

Li nava têkoşînê bi deng û heskirina xwe ya ji bo hunerê balê dikişîne. Lewma tevlî xebatên hunerî dibe û sala 1983’yan berê xwe dide Ewropayê û di avakirina Huner-Kom û Yekîtiya Jinên Welatparêz ên Kurdistanê (YJWK) de cih digire. Xebatên Huner-Komê pişte mezin dibin û Koma Berxwedan ku bandorek mezin li ser civaka Kurd ava kiriye, tê avakirin. Hozan Mizgîn jî wekî yek ji damezirînerên komê berpirsyariyê digire û bi dengê xwe li çar aliyên Kurdistanê tê nasîn.

Bi taybetî stranên wê yên bi navê, “Çemê Hezîl, Gundîno Hawar, Lo Hevalno û Newroz” ji ser zimanan daneketin.

LI ÇIYAYÊN KURDISANÊ HUNERMENDÎ, ŞOREŞGERÎ, FERMANDARTÎ

Hozan Mizgîn piştî avakirina bingeha sazumaniya hunerê ya li Ewropayê careke din berê xwe dide xaka welat û têkoşîna hunerî, şoreşgerî û fermandartiyê belav dike. Ji Mêrdînê heta Garzanê li gelek herêmên Kurdistanê gerîllatiyê dike, dibe yek ji gerîlaya jin ku yekem car fermandartiya eyalatê dike.

Herî dawiyê li Eyaleta Garzanê wekî fermandarê hunera şoreşê belav kir. Dema ji bo xebatekê çûbû navçeya Tetwanê ya girêdayî Bedlîsê, 11’ê Gulana 1992’yan mala ku lê dimîne ji aliyê leşkerên dewleta dagirker a Tirkiyeyê ve tê dorpêçkirin. Fermandar Mizgîn heta dawiyê li ber xwe dide û şehîd dibe.

Şehîd Mizgîn bi huner, têkoşîn û şorgergeriya xwe di serî de jin, ji bo tevahiya gelê Kurdistanê bûye sembola serbilindî û azadiyê. Nexasim stranên wê hîn li ser zimanan e, gotina wê ya “Lo Hevalno” di guhên mirovan de olan dide. Bi kesayeta xwe ya yekpareyî bûye mînaka şervan, rêxistinker û çalakvaniyê.

RÊBER ABDULLAH OCALAN: TU CARÎ JI XETA PKK’Ê DERNEKET 

Rêber Abdullah Ocalan ji bo kesayeta şehîd Mizgîn ev nirxandin kiribû: “Ew keçeke ku ji aliyê PKK’ê ve hatiye afirandin. Di temenê xwe yê biçûk û ciwan de tevlî têkoşîna me bibû. Keçek me ya ku karîbû bibe hêjayî PKK’ê. Tu carî ji xeta PKK’ê derneket, dijber nebû.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Alî Haydar Kaytan ku di axaftinek xwe de Şehîd Mizgîn wekî “Jinek, hunermendek, şoreşgerek” pênase kiribû ev tişt anîbûn ziman: “Mîzgîn beriya her tiştî jinek, şoreşgerek û hunermendek bû. Nûnera pêvajoya herî bi êş a dîroka jinên Kurd bû. Mirov dikare wê wekî zanyara êşan jî pênase bike. Di kesayeta xwe de êşên ku jinên Kurd kişandine, zex û zora li ser wan hatiye meşandin û girêdana bi nirx, zayend û civaka xwe re bi awayekî bihêz temsîl dikir. Wateyê vê yekê ew e ku kesayeteke tevahî di rastiya xwe de şênber kiriye. 

LI BAKÛR Û ROJHILATÊ SURIYEYÊ JÎ TÊ BIBÎRANÎN

Şehîd Mizgîn her sal di salvegera şehadeta xwe li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat tê bibîranîn. Her wiha roja şehadeta wê, yanî 11’ê Gulanê wekî “Roja Şehîdên Çand û Hunerê” hatiye îlankirin. Bi vê minasebetê li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê her sal bernameyên bîranînê tên lidarxistin. Îsal jî saziyên çand û hunerê wê bîranînan pêk bînin.

GOTINÊN STRANA LO HEVALNO

Lo hevalno lo hevalno

Lo lo lo lo hevalno lo

Lo hevalno min got ezê herim hebsa Sêrtê hebsa Urfayê

Min got ezê herim hebsa Diyarbekira şewitî

Min got wezê binêrim halê şoreşger û şoreşvano lo hevalno lo

Lo hevalno; min got dengek li ber guhê min tê

Dengê şoreşger û şoreşvano

Dengê axîn û nalîn û qêrînê

Lo lo hevalno ev deng can û cîgera min dihelînê lo hevalno lo

Lo hevalno...

(a)