Bîlançoya êrişên dagirkeriyê ya Nîsanê

Bi nêzîkbûna hilbijartinên 14`ê Gulanê yên li Tirkiyeyê re, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di meha Nîsanê de 163 êrişên bejahî û hewayî pêk anîn, balafirên artêşa Tirk jî 675 caran qada hewayî ya herêmê derbas kir.

Bîlançoya êrişên dagirkeriyê ya Nîsanê
11 gulan, 2023   03:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên bi balafirên bêmirov ên biçek û çekên giran, dewam dikin. Bi nêzîkbûna hilbijartinên parlamentoyê û serokkomariyê yên Tirkiyeyê re ku dê 14`ê Gulanê werin lidarxistin, ev êriş zêdetir bûne.

Li gorî ku ajansa me şopandiye, bîlançoya meha Nîsanê ya êrişên dewleta dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi vî rengî ye:

- Balafirên bêmirov ên biçek 643 caran li ser herêmê geriyan.

- Balafirên şer 25 caran li asîmanê herêmê firiyan.

- Helîkopterên şer 7 caran li ser herêmê geriyan.

- 5 êrişên balafirên keşfê yên biçek.

- 85 êrişên bejahî yên bi topavêjan.

- 51 êrişên bejahî yên bi çekên navîn.

- 22 êrişên moşekan.

(c)

ANHA