Jinên koçber xwest dagirker ji Efrînê bên derxistin

Jinên koçber ên ji Efrînê diyar kir ku bêdengiya li hember sûcê tecawizkirina zarokekê ji hêla çeteyekî artêşa Tirk a dagirker ve, hevkarî ye. Jinan banga rizgarkirina Efrînê ji dagirkeran û cezakirina çeteyan kir.

Jinên koçber xwest dagirker ji Efrînê bên derxistin
11 gulan, 2023   00:30
HELEB-MIHEMED EBDO

Bertekên li hember tecawizkirina zaroka 10 salî ji hêla serçeteyê koma ‘Sultan Suleyman Şah’ (Emşat) ve, dewam dikin.

Jinên koçber ên ji Efrînê têkildarî mijarê ji ajansa me re axivîn û hêrs û bertekên xwe nîşan dan.

/kr/uploads/files/2023/05/10/201020_-.webp

Zeyneb Nasir diyar kir ku rêxistinên mafên mirovan li hember sûcên rojane yên li Efrînê bê deng in û got: “Bêdengiya wan hevkariya di sûcên şer ên li Efrînê de ye.”

Zeyneb anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker rojane li dijî şêniyên Efrînê sûcan pêk tîne û wiha dom kir: “Ev sûc li pêş çavê civata navneteweyî tên kirin. Herî dawî jî zarokek ji aliyê serçeteyekî koma Emşat ve hat tecawizkirin.”

Zeynebê daxwaz kir ku dagirker ji Efrînê bên derxistin, Efrîn li xwediyên wê bê vegerandin.

/kr/uploads/files/2023/05/10/201005_-_1.webp

Heyat Horo jî destnîşan kir ku piştî dagirkirina Efrînê ev zêdetirî 5 sal e ew ji ber sûcên çeteyan êşê dikişînin.

Heyatê xwest sûcdar giran bên cezakirin û got: “Divê çeteyê ku ew zarok tecawiz kiriye, bê darvekirin, ji bo ku kes newêre sûcên wiha careke din bike.”

Heyat anî ziman ku li Efrînê mafên mirovan tune ne, ji lew re divê aliyên têkildar ji bo cezakirina kesên ku van mafan binpê dikin, bixebitin.

/kr/uploads/files/2023/05/10/200949_-.webp

Esmehan Mihemed jî sûcên li dijî gelê Efrînê pêk tên, şermezar kirin û got: “Hemû aliyên ku li hember van sûcên dagirkeran bê deng in, şirîkên van sûcan û sûcê tecawizkirina zaroka 10 salî ne.”

/kr/uploads/files/2023/05/10/201044_-.webp

Koçbera bi navê Ayşe Omer jî diyar kir ku sûcê tecawizkirina zaroka efrînî li rêzesûcên li Efrîna dagirkirî pêk tên, zêde dibe û armanc ji wê yekê herêmê ji şêniyên wê vala bikin.

Ayşeyê got dagirkeriyê û çeteyên wê bi tecawizkirina zarokan xetên sor derbas kirin. Ew tiştekî kirêt e û wiha domand: "Divê rêxistinên hiqûqî bi rêya bidawîkirina dagirkeriyê mafên zarok û mexdûran vegerînin."

Ayşe Omer di dawiyê de hêvî kir ku li hember van kiryarên dermirovî her kes xîtaba xwe bike yek, sûcdar werin cezakirin, çete û dewleta Tirk a dagirker ji Efrîna dagirkirî bên derxistin.

(fr)

ANHA