​​​​​​​Şêniyên Tebqayê 6'emîn salvegera rizgarkirina bajêr pîroz kir

Rêveberiya Sivîl a Tebqayê bi boneya salvegera 6'emîn a rizgarkirina Tebqayê şahiyek li dar xist. Di şahiyê de gelek axaftin hatin kirin û stranên folklorî ji aliyê komên bajêr û gundewarê wî ve hatin pêşandan.

10 gulan, 2023   19:01
TEBQA

Roja 10'ê Gulana 2017'an, roja rizgarkirina bajarê Tebqa ji çeteyên DAIŞ`ê ye. Her sal wek îro şêniyên Tebqayê û gundewarê wî salvegera 6'emîn a rizgarkirina bajêr ji DAIŞ'ê terorîst pîroz dikin.

Bi hezaran şêniyên bajêr û gundewarê wî, mêvan ji Minbic û Reqayê, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk û nivîsgeh û komîteyên jinan, rûspiyên eşîran, meclisên leşkerî û partiyên siyasî û tevgerên ciwanan di şahiyê de beşdar bûn. Şahî li bajarê werzîşî yê rojavayê Tebqayê hat lidarxistin.

Di serî de endamê Navenda Çand û Hunerê Amir Inad bixêrhatina mêvanan kir.

Piştre bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê hevseroka Meclisa Zagonsaz Huda El Ewan wiha axivî: "Em salvegera 6'emîn a rizgarkirina Tebqayê ji çeteyên DAIŞ'ê li şêniyên wê pîroz dikin"

Huda wiha domand: "Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca têkbirina projeya Rêveberiya Xweser in. Dewleta Tirk a dagirker her wiha hewl dide ku gelên ji DAIŞ'ê, yên ku wê bi xwe destek dida wan, rizgar bûne, ji hev dûr bixe."

Her wiha, hevserokê Meclisa Leşkerî Ebdureûf El Îsa got: "Em sal bi sal dema pîrozkirina vê rojê bejna xwe li hember fedakariya şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), ditewînin."

El Îsa di dawiya axaftina xwe de got: "Di her salê de jî em soza xwe ji şêniyên xwe re nû dikin ku em heta pêkanîna aramî û ewlehiya herêmê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi giştî şopdarên rêya şehîdan bin û têkoşîna xwe bidomînin."

Piştre saziyên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî û rûspiyên eşîran peyam da û 6 saliya rizgarkirina Tebqayê ji rêxistina terorîst a herî tundraw a cîhanê DAIŞ'ê pîroz kir.

Piştî xwendina peyaman stran ji aliyê koma Doser El Tebqa û ya Cirniye ve hatin pêşandan, her wiha hunermend Ehmed El Exres ê ji Tebqayê, Ehmed El Umer ê ji Reqayê, Serdar El Mihemed ê ji Tebqayê û Rûken El Umer a ji Tebqayê stran gotin.

Di dawiya şahiyê de govend hatin gerandin.

(mh/şx)

ANHA