Li Til Temirê bûyera kuştina Cîhan Aymaz hat şermezarkirin

Navenda Çandê ya navçeya Til Temirê qetilkirina ciwanê Kurd Cîhan Aymaz ji aliyê 2 netewperestên tirk ve di 4`ê Gulanê de, şermezar kir.

Li Til Temirê bûyera kuştina Cîhan Aymaz hat şermezarkirin
10 gulan, 2023   19:08
HESEKÊ

Di 4`ê Gulanê de ciwanê kurd Cîhan Aymaz (30) li eyaleta Kedikoyê ya Stenbolê ji aliyê 2 netewperestên tirk ve bi kêrê lêxistin ji ber ku bi mûzîka xwe piştgiriya Erdogan û AKP`ê nekir.

Bi dehan endamên navenda çandê, li pêşiya navendê kom bûn û tevli xwendina daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de ev bûyer hat şermezarkirin.

Di dawiyê de beşdaran sloganên li dijî dagirkeriya Tirk berz kirin û ji bo piştgiriya Cîhan Aymaz komên girêdayî navendê stranên şoreşgerî pêşandan.

(dm/şx)

ANHA