Şêniyên Şêrawa Roja Zimanê Kurdî pîroz kir

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Kantona Efrîn û Şehbayê bi boneya Roja Zimanê Kurdî ku 15'ê Gulanê ye, şahiyek li Kampa Vegerê ya navçeya Şêrewa li dar xist

Şêniyên Şêrawa Roja Zimanê Kurdî pîroz kir
Şêniyên Şêrawa Roja Zimanê Kurdî pîroz kir
Şêniyên Şêrawa Roja Zimanê Kurdî pîroz kir
Şêniyên Şêrawa Roja Zimanê Kurdî pîroz kir
Şêniyên Şêrawa Roja Zimanê Kurdî pîroz kir
Şêniyên Şêrawa Roja Zimanê Kurdî pîroz kir
Şêniyên Şêrawa Roja Zimanê Kurdî pîroz kir
Şêniyên Şêrawa Roja Zimanê Kurdî pîroz kir
10 gulan, 2023   18:01
ŞEHBA

Bi sedan endamên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) û şêniyên navçeya Şêrawa li qada Kampa Veger a gundê Ziyaretê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrîna dagirkirî kom bûn.

/ar/uploads/files/2023/05/10/164507_hnyf-sydw.webp

Qad bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên bi zimanên Erebî û Kurdî ku li ser "Zimanê me rûmeta me ye" û "Bê ziman jiyan nabe" û "Zimanê me hebûna me ye", hat xemilandin.

Di serî de endamê Meclisa Navçeya Şêrawa Henîf Seydo Roja Zimanê Kurdî li tevahiya gelê Kurd û şêniyên berxwedêr ên li kamp û malên nîvwêranbûyî dimînin û li Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir.

Seydo wiha axivî: “Ji holêrakirina zimanê Kurdî, armanca tevahî dîktatoran bûn ku Kurdistan dagir kirin. Îro jî, bi rêya ferzkirina zimanê Tirkî li Efrîna kurdî û şerê taybet, planên wan didomin û teşwîqkirina zarokan ku erebî bixwînin, planên wan didomin."

Seydo di dawiya axaftina xwe de teqezî bi girîngiya parastina zimanê zikmakî ji planên dijmin kir.

Piştre Koma Şehîd Zîlan û hunermend Oryana Mihemed stranên şoreşgerî gotin û girseya beşdar li ber stranan xelekên govend gerandin.

Tê payîn ku bi heman boneyê rêzeçalakî li navçeya Til Rifet, Kampa Serdem û Kampa Berxwedan di hefteya bê de bên lidarixstin.

(mh/şx)

ANHA