′Diyaloga Sûriyeyî-Sûriyeyî çareseriya krîza welêt e′

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got vegera Sûriyeyê li Komkara Erebî deriyê çareserkirina Sûriyeyê ye û got kevirê bingehîn ji bo çareserkirina krîzê, diyaloga Sûriyeyî-Sûriyeyî ye û ne pêkan e bêyî wê îstîqrar li Sûriyeyê çêbibe.

′Diyaloga Sûriyeyî-Sûriyeyî çareseriya krîza welêt e′
10 gulan, 2023   01:49
REQA-EHMED EL ESAF

Piştî ku dewletên ereb gelek civîn li dar xistin, Sûriye di civîna Meclisa Dewletên Erebî ya li ser asta wezîran de Sûriye vegerî Komkara Erebî. Misir rêveberiya civînê kir ku di 7′ê Gulanê de li Qahîreyê hate lidarxistin.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer diyar kir ku Rêveberiya Xweser ne li dijî vegera Sûriyeyê li Komkar Erebî ye, ger sedem û armanca wê çareserkirina krîza Sûriyeyê ye.

Koçer wiha got: "Rêveberiya Xweser her tim hewl dide ku krîza Sûriyeyê çareser bike û li ser vê yekê beyanname pêşkêş kir."

Koçer anî ziman ku divê Komkara Erebî di navbera hikumeta Şamê û gelê Sûriyeyê de ji bo çareseriyê bibe navbeynkar û wiha domand: "Vegera Sûriyeyê li Komkara Erebî deriyê çareserkirina krîzê ye û divê çareserî hundirîn be ne derve. Her wiha ev yek yekitiya Sûriyeyê jî misoger dike."

′DIYALOGA SÛRIYEYÎ-SÛRIYEYÎ JI BO ÇARESERKIRINA KRÎZA SÛRIYEYÊ KEVIRÊ BINGEHÎN E′

Hesen Koçer li ser mijarê wiha pê de çû: "Diyaloga Sûriyeyî-Sûriyeyî ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê kevirê bingehîn e. Divê zemîneke nû ji bo vegerandina koçber û penaberan were avakirin. Ger zemîneke siyasî tune be em nikarin bêjin dê îstîqrar li Sûriye pêk were."

Koçer anî ziman ku ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê gelek civîn hatin lidarxistin, lê tu encamên bi xwe re neanîn. Herî dawî jî civîna ku tê de Sûriye, Tirkiye, Rûsya û Îranê beşdar bûne lê armanca wan a yekemîn tesfiyekirina Rêveberiya Xweser û afirandina şerekî navxweyî bû.

′GER ÇARESERÎ NE BI DIYALOGÊ BE DÊ SÛRIYE PARÇE BE′

Koçer bal kişand ku hikumeta Şamê piştî karesata erdhejê hîs kir ku ew dikare hemû Sûriyeyê kontrol bike, lê ji bîr kir ku rewşa Sûriyeyê cuda ye, ne mîna beriya 12 salan e û wiha lê zêde kir: "Sûriyeyî êşên qetilkirin, wêrankirin û penabertiyê kişandin û di gelek komkujiyan re derbas bûn."

Koçer diyar kir ku hikumeta Şamê bi awayekî cuda, realist li rewşa Sûriyeyê dinêre û divê krîza Sûriyeyê bi awayekî siyasî û bi rêya diyaloga Sûriyeyî-Sûriyeyî were çareserkirin. Ji ber ku ji bilî wê dê welat parçe be.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer helwesta Rêveberiya Xweser têkildarî rûdanên li welat û çareserkirina wê wiha got: "Helwesta me neteweyî û Sûriyeyî ye. Em dixwazin krîza Sûriyeyê li Sûriyeyê çareser bibe. Em ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê bi giştî dixwazin bi hikumeta Şamê re nîqaş bikin. Li gel me bernameya avakirina rêveberiyên xweser heye. Armanca me çareserkirina krîza Sûriyeyê li Sûriyeyê ye û bi rêya diyaloga Sûriyeyî-Sûriyeyî ye. Ji ber ku dikeve xizmetî berjewendiyên gelê Sûriyeyê."

(fr)

ANHA