​​​​​​​Şêniyên Kobanê banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir

Şêniyên bajarê Kobanê piştrast kir ku ew dê fikrê Rêber Abdullah Ocalan bişopînin û gotin tecrîda li ser wî dê nikaribe îradeya gel têk bibe. Her wiha destnîşan kir ku ew dê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna xwe bidomînin.

​​​​​​​Şêniyên Kobanê banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir
10 gulan, 2023   00:50
KOBANÊ

Li hember domandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, şêniyên Kobanê nêrîn û helwestên xwe bi ajansa me re parve kirin.

XEFLET NE LAYÎQÎ GELÊN KU RÊBERTÎ AZADIYA XWE YA FÎZÎKÎ KIR OXIRA WAN

/kr/uploads/files/2023/05/09/201819_.webp

Welatiya bi navê Emîne Mustefa destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan gelên herêmê ji pergalên zordest di serî de dewleta Tirk a dagirker rizgar kirin, ku fikrê wî ji bo wan pergalan derbeyeke mezin bû.

Emîne wiha domand: "Rêber Abdullah Ocalan îradeyeke bêhempa ji me re hişt. Em ê bi vê îradeyê jî heta bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî têkoşîna xwe bidomînin. Fikrê Rêber Abdullah Ocalan ji bo jinan bi taybetî vejîneke nû bû, ji ber ku wî mafên jinan vegerandin û jin kirin xwedî rol di civakê de."

Emîne bang li gelên Rojhilata Navîn kir ku ji xewa xwe şiyar bin û got: “Xeflet ne layîqî gelên ku rêbertî azadiya xwe ya fîzîkî kir oxira wan.”

Dewleta Tirk a dagirker ji 15’ê Sibata 1999’an de li ser Rêber Abdullah Ocalan ku li Îmraliyê di encama komployeke navneteweyî de dîl hatiye girtin, tecrîdeke giran dimeşîne.

TECRÎDA LI SER RÊBER APO TECRÎDA LI SER GELAN E

/kr/uploads/files/2023/05/09/201947_.webp

Welatiya bi navê Necme Kenco jî destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan tecrîda li ser gelên herêmê bi giştî ye, ji ber wê jî divê her kes li hember doza Rêber Abdullah Ocalan xwe berpirs bibîne û tecrîdê têk bibe.

Necme got: "Em tev şopdarên Rêber Abdullah Ocalan in. Divê dijmin jî vê yekê baş bizanin, dê rojek bê ku em bendên Îmraliyê biqetînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin."

EM DEYNDARÊN RÊBER APO NE

/kr/uploads/files/2023/05/09/201836_.webp

Girêdayî heman mijarê, welatiyê bi navê Enwer Şukrî wiha axivî: "Di serî de divê em ji xwe bipirsin çima dewleta Tirk a dagirker êrişî me dike, çima tecrîdê li ser girtiyekî ku ji zêdetirî 25 salan ve girtî ye dide meşandin. Ya rast ew e ku Rêber Abdullah Ocalan pergalên faşîst ên ku ji şiyarbûna gelan ditirsin tev tirsandin."

Şukrî bang li gelê Kurd ê Bakurê Kurdistanê kir ku hilbijartinan li gor berjewendiyên xwe bi kar bînin da ku dîrokeke nû binivîsin, pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan erkê me hemiyan e, em hemû deyndarên wî ne."

EM ŞOPDARÊN FIKRÊ RÊBER APO NE

/kr/uploads/files/2023/05/09/201849_.webp

Her wiha, welatiya bi navê Salhe Elî piştrast kir ku ew dê rêya Rêber Abdullah Ocalan û ya şehîdan bişopînin.

Salhe destnîşan kir ku dema doza Rêber Abdullah Ocalan vedibe her kes bêdeng dibe û got: "Ka azadxîwaz û aştîxwaz ? Dema mijar dibe serokê me çima her kes bêdeng dibe? Çima ew bi navê mirovahiyê bazirganiyê dikin madem ku Rêber Abdullah Ocalan heta niha di zîndanê de ye?"

(mh/şx)

ANHA