Bihar, tenûr û bêhna nanê dayikê

Demsala biharê li eywana malên gundan, di nava şînkahiyê de bêhna nanê tenû yê di destê dayîkan de bilind dibe.

Bihar, tenûr û bêhna nanê dayikê
Bihar, tenûr û bêhna nanê dayikê
Bihar, tenûr û bêhna nanê dayikê
Bihar, tenûr û bêhna nanê dayikê
Bihar, tenûr û bêhna nanê dayikê
Bihar, tenûr û bêhna nanê dayikê
Bihar, tenûr û bêhna nanê dayikê
Bihar, tenûr û bêhna nanê dayikê
Bihar, tenûr û bêhna nanê dayikê
10 gulan, 2023   06:24
QAMIŞLO -HÊLÎN EYLÛL

Nanê tenûrê ku li Rojhilata Navîn ji destpêka civakîbûnê ve heye, reng û tamek cuda dide sifreyên xwarinê. Di demsalên biharê ku xweza bi rengên keskesorê dixemile de, tenûr jî dibe perçeyek vê xemlê. Li eywanên malên gundan, di nava rengên buharê de bêhna nanê tenûrê bilind dibe. 

Li gundê El Sihêl ê girêdayî Tirbespiyê nanê dayîkên bi navê Wîdat Ehmed û Welîde Hisên mirovên têr jî birçî dikin. Tama nanê dayikan li mastê mîhan mirovan dikişîne ser sifreyê.   

Dayîka Wîdat Ehmed dibêje, “Çêkirina nanê tenûrê mirov diwestîne, lê tama wê ji nanê ku di firinan de tên çêkirin xweştire. Ez bi destê xwe çêdikim, wê demê dizanim min çawa çêkiriye.”

Dayîka Welîde Hisên jî ev 30 sale ji bo mala xwe nanê tenûrê çêdikin, lê hinek caran derfetên wan nînin, lewma nanê firinê tînin, wê demê jî bêriya nanê tenûrê dikin. Welîde Hisên got: Heta gund li cîhanê hebin wê nanê tenûrê jî hebe, çanda me ye û em ji xwarina wê hez dikin.”