​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tedbîrên parastina çandiniyê

Saziyên Rêveberiya Xweser ji bo parastina mewsima çandiniyê û pêşîlêgirtina şewatên li zeviyan, gelek tedbîr girtin û li tevahî herêman komîteyên rewşên awarte ava kirin.

​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tedbîrên parastina çandiniyê
10 gulan, 2023   04:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Genim û ceh berhemên çandiniyê yên stratejîk in. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ku axa wê dewlemend e û hawaya wê guncaw e, bi van berheman dewlemend e.

Bi hatina mewsima çinînê re, saziyên têkildar ên Rêveberiya Xweser û meclisên kanton, bajar û navçeyan gelek tedbîr girtin.

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê di 5′ê Nîsanê de ji bo parastina berhemên çandiniyê ji şewatê, şaneya rewşên awarte ava kir.

Di nava şaneyê de gelek saziyên Rêveberiya Xweser û meclisên kantonên Kobanê û Girê Spî hene. Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê serkêşiya wê dike.

Ev komîte ji bo temamkirina mewsima çinîna genim û ceh dê hemû derfetan pêşkêş bike û dê xwediyên tevahî derase û traktoran ji bo vemirandina şewatan amade bike.

Rêveberiya Xweser 18 erebeyên agirkujiyê amade kirine. Li kêleka wê jî dê meclis û komîn komên ji şêniyan ava bikin, da ku di rewşên şewatê de traktor û alavên din ên şêniyên herêmê amade bikin.

/kr/uploads/files/2023/05/09/202943_-.webp

Cîgirê Hevserokatiya meclisa navçeya Şêranê Nîzar Îbrahîm li ser mijarê wiha got: "Me amadekariyên ji bo parastina berheman pêk anîne. Bajarokên Til Xezal û Taşlok girêdayî navçeya Şêranê ne. Me 5 erebeyên agirkujiyê û bîrên avê lê amade kirine. Li Şêran, Taşlok, Til Xezal û gundên Til Hacib, Elî Şar, Şêran û Cûm Elî bîr hene, welatiyên ku bîrên wan hene dê avê bidin wan erebeyan.”

Îbrahîm wiha domand: "Me li her gundekî komeke ji 6-7 kesan ava kir, da ku di rewşên awarte de bi alavên xwe alîkariya me bikin."

/kr/uploads/files/2023/05/09/202850_-.webp

Hevserokê Komîteya Çandiniyê ya Meclisa navçeya Şêranê Azad Haçim jî wiha got: "Ji bo rêveçûna kar û barên xwediyên deraseyan xebat tên kirin, di rojên betlaneyan de jî ev xebat dê dewam bikin.”

/kr/uploads/files/2023/05/09/203010_-.webp

Hevserokê Komîna gundê Bozteb ê rojhilatê Şêranê Weyso Bozan wiha got: "Beriya çend rojan em li meclisa navçeyê civiyan û me çawaniya parastina mewsimê nîqaş kir. Di vê yekê de perspektîf hebûn. Em wek komînê, me komîte, traktor, alav û amûrên ji bo vemirandina şewatan amade kirine."  

Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Herêma Firatê di 9′ê Gulanê de bi daxuyaniyekê ji bo parastina berhemên çandiniyê seferberî ragihand.

REQA

Li Reqa û gundewarên wê, Meclisa Sivîl a Reqayê şaneyeke krîzê ava kir û 8 nuqte amade kirin. Li her nuqteyekê erebeyeke agirkujiyê û 3 traktor hene.

/kr/uploads/files/2023/05/09/202735_-.webp

Li ser mijarê cîgirê Desteya Hevserokatiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Ehmed El Xelîl got: "Me hemû komîteyên têkildar vexwendin da ku şaneyeke krîzê ava bikin. Ev şane xebata şopandinê dike û koman li tevahî xet û meclisên girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê ava dike."

El Xelîl wiha domand: "Şaneya Krîzê ji komîteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê, Nivîsgeha Destwerdna Lezgîn, Komîteya Hundirîn, Nivîsgeha Ragihandinê, Meclisa Gel a Giştî ya hemû xetan, Nivîsgeha Sadkob, hêzên leşkerî yên li nuqteyan hate avakirin.”

El Xelîl diyar kir ku ew navend li gorî herêmên xwe tên belavkirin. Bo nimûne, li herêma rojhilat 3 nuqte li stasyonên ava vexwarinê yên li Mehran, Xefiye û Tirêfawî hene. Li herêma başûr, nuqteyek li Kîsrat heye, li herêma rojava jî 2 nuqte li stasyona ava vexwarinê ya li Eyoc û Şaredariya Selhebiyat hene. Li herêma bakur jî nuqte li stasyona ava vexwarinê ya li Bîr Seîd û li stasyona ava vexwarinê ya li mezreya Zahîre hene.

HERÊMA CIZÎRÊ

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê bi nêzbûna çinînê re komîteya xwe ya awarte ava kir.

/kr/uploads/files/2023/05/09/202925_.webp

Hevseroka Meclisa kantona Hesekê Semer Ebdullah got Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê ji bo avakirina komîteya awarte ku parastina berheman ji şewatan bike, di 26′ê Nîsanê de civînek li dar xist.

Komîteya awarte ji endamên navend û saziyên sivîl û leşkerî yên herêma Cizîrê pêk tê, her wiha komîteyên wiha li kanton, navçe û bajarokan jî hatin lidarxistin.

Dê bi rêya danîna tabloyên ragihandinê li tevahî têketinên bajaran ku tê de jimareyên telefonan hene û di dema şewatan de peywendiyê bikin, pêngaveke hişyariyê were destpêkirin. Li kêleka wê jî dê belavokên hişyariyê li cotkaran werin belavkirin.

Di 2019′an de di mewsima çandiniyê gelek şewat çêbûn. Li gorî bîlançoya Desteya Aborî û Çandiniyê, zêdetirî 435 hezar û 500 donim şewitîn, 14 welatiyên sivîl, leşker, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û agirkuj di dema vemirandina şewatan de şehîd bûn.

Piştî avakirina komîteyên awarte li tevahî navçe, bajarok û komînan, rêjeya şewatan di 2020, 2021 û 2022′yan de kêm bû.

Ruxmî Rêveberiya Xweser li gorî derfetên xwe tedbîrên guncaw girtin, lê ji bo mudaxeleya li şewatan, pişta xwe dide şêniyên herêmê û got divê baldarî li ser şewatan hebe.

DESTPÊKIRINA TEDBÎRAN

Ji bo pêkanîna perspektîfan û tedbîran, şaredariyên gel û saziyên têkildar dest bi xebata pratîk kir.

Şaredariya Gel a Tirbespiyê bi hevkariya şaredariyên bajarokên Maşoq, Hilwe, Ebû Feri û Til Marûf keviyên rêyên sereke û şaxî ji giyayan paqij kirin, da ku şewat çênebin.

Li gorî şaredariyê rûbera heta niha hatiye paqijkirin 15 kîlometre ye.

/kr/uploads/files/2023/05/09/202956_.webp

Ji endamên rêveberiya Şaredariya Maşoq Nezhan El Geûd got ev gaveke tedbîrî ye da ku şewat çênebin, bi taybet bi nêzbûna mewsimê re.

Daîreya avê ya Tirbespiyê bîrên avê yên li navçe û bajarokan amade kirin; 3 li Tirbespiyê, 7 li Maşoq, 2 li Hîlwe, 8 li Ebû Feri, 9 li Til Marûfê. Ew bîr ji bo vemirandina şewatan hatine amadekirin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/wS0Hg-66J5Q" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>