ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-5-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-5-2023
9 gulan, 2023   23:00

Şêniyên bajarê Kobanê piştrast kir ku ew dê fikrê Rêber Abdullah Ocalan bişopînin û gotin tecrîda li ser wî dê nikaribe îradeya gel têk bibe. Her wiha destnîşan kir ku ew dê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna xwe bidomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li xizmên xwe yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kir ku dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk û got “Ji bo tunekirina hikumeta faşîst, pêkanîna aştiyê, bila gelê Kurd dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got vegera Sûriyeyê li Komkara Erebî deriyê çareserkirina Sûriyeyê ye û got kevirê bingehîn ji bo çareserkirina krîzê, diyaloga Sûriyeyî-Sûriyeyî ye û ne pêkan e bêyî wê îstîqrar li Sûriyeyê çêbibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî û bêdengiya navneteweyî şermezar kirin û wekî berdwamiya sûcên qirkirinê û guhartina demografiyê hesibandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endamên Koma Şehîd Mizgîn destnîşan kir ku Şehîd Mizgîn efsane û senfoniyeke ku mirov nikare heqê wê bide û gotin, ew ê têkoşîna li ser xeta Şehîd Mizgîn berdewam bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Saziyên Rêveberiya Xweser ji bo parastina mewsima çandiniyê û pêşîlêgirtina şewatên li zeviyan, gelek tedbîr girtin û li tevahî herêman komîteyên rewşên awarte ava kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Demsala biharê li eywana malên gundan, di nava şînkahiyê de bêhna nanê tenû yê di destê dayîkan de bilind dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenobya têkildarî tecawîzkirina zaroka efrînî ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve, daxuyaniyek li pêşiya avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê dide saet di 9:30`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa herêma Rojhilat a Dêrazorê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan xwepêşandanekê li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên herêma Cizîrê tev li çalakiya ku li Stada Şehîdên 12`ê Adarê ya Qamişlo ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li dar dikeve dibin, saet di 12:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê bi boneya salvegera 6`an a rizgarkirina bajêr ji çeteyên DAIŞ`ê şahiyekê li bajarê werzîşê Ii dar dixe saet di 17:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Navenda Kevana Zêrîn bi rasthatina salvegera şehadeta şehadeta şehîd Mizgîn, çalakiyeke hunerî bi dirûşma “Bi dengê Mizgînê huner nû dibin” saet di 10:00`an de li dar dixe. Di nava çalakiyê de pêşangeha karên destan tê lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA