‘Ji bo aştiyê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk’

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li xizmên xwe yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kir ku dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk û got “Ji bo tunekirina hikumeta faşîst, pêkanîna aştiyê, bila gelê Kurd dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk.”

‘Ji bo aştiyê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk’
9 gulan, 2023   23:35
HESEKÊ

Hilbijartinên 14’ê Gulanê yên li Tirkiyeyê dê yekser bandorê li siyaseta Tirkiyeyê û dewletên cîran û di serî de Sûriyeyê bikin. Li lew re, bangewaziyên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ji bo xizmên wan ên li Bakur û Tirkiyeyê ku dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk, dewam dikin.

/kr/uploads/files/2023/05/09/203254_-.webp

Welatiyê bi navê Mihemed El Xetîb ê ji xelkê navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê diyar kir ku Dewleta Osmanî bi sedan sal e li dijî gelan komkujiyan pêk tîne, îro jî Erdogan heman tiştî dike û wiha dom kir: “Wan li dijî Ermenan komkujî pêk anîn, gundên Kurdan şewitandin û gelek binpêkirinên din kirin.”

El Xetîb bang li gelê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kir ku guh nedin partiya AKP`ê û bi daxuyaniyên rayedarên wî neyên xapandin û got: “Divê gelê me yê Bakur nekeve xefika daxuyaniyên hikumeta faşîst. Wan berê jî gelek soz dan, lê çi dan gel? Divê gelê me dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk ku tevahî pêkhate û gelên Bakur û Tirkiyeyê temsîl dike.”

/kr/uploads/files/2023/05/09/203233_-.webp

Welatiya bi navê Zên El Elî jî bang li xizm û mirovên xwe yên li Bakur kir û got: “Dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Ji bo tunekirina hkumeta faşîst û pêkanîna aştiyê divê gelê me yê Kurd dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk.”

(c)

ANHA