Daîreya Têkiliyên Derve û Desteya Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civiyan

Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi endamên Desteya Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re civiya. Di civînê de geşedanên dawî yên li ser asta herêmê û cîhanê hatin nîqaşkirin.

Daîreya Têkiliyên Derve û Desteya Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civiyan
Daîreya Têkiliyên Derve û Desteya Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civiyan
Daîreya Têkiliyên Derve û Desteya Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civiyan
Daîreya Têkiliyên Derve û Desteya Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civiyan
9 gulan, 2023   20:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Daîreya Têkiliyên Derve da zanîn ku hevserokê daîreyê Bedran Çiya Kurd di civînê de teqezî bi girîngiya beşdarkirina nûnerên rastîn ên pêkhateyên Sûriyeyê kir. Her wiha geşedanên dawîn ên herêmê û cîhanê nîqaş kirin.

Bedran Çiya Kurd destnîşan kir ku ji bo çareserkirina kirîzan û derbaskirina zehmetiyan ew dê xebatên xwe bidomînin.

Bedran Çiya Kurd diyar kir ku ew hêvî dikin ku vegera Sûriyeyê li Komkara Erebî nekeve bin berjewendiyên projeyên li dijî armancên gelê Sûriyeyê û armanc jê derbaskirina zehmetiyan û çareserkirina kirîza 12 salî be. Di encama wê vegerê de hemû aliyên Sûriyeyê bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) li hev bikin.

Bedran Çiya Kurd diyar kir ku eger hikumeta Şamê dev ji hişmendiya xwe bernede dê bûyerên ku di salên dawîn de çêbûne dubare bibin, di dema ku pêvajoya heyî bidawîkirina êşên gelê Sûriyeyê, rêgirtina li pêşiya aloziya şaxdayî, pêwîst dike û got lihevkirinên di pêşerojê de dê destûra nû be ku mafên her kesî misoger dike.

Çiya Kurd wiha lê zêde kir: "Nepêkan e ku normalîzekirina di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk de li gel berdewamkirina dagirkeriya Tirk li ser axa Sûriyeyê berdewam bike. Dewleta Tirk projeyên xwe yên li dijî îstîqrara herêmê didomîne.”

Çiya Kurd wiha domand: "Hin aliyên derve hene hewl didin ku bi rêya fîtneyên di nav eşîrên herêmê de ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibin. Ev jî zehmetiyeke mezin li dijî herêmê ye. Ji ber wê jî me xwest di vê civînê de asta karê hevbeş ê di navbera me û eşîrên herêmê de bilind bikin. Da ku em ewlehî û aramiya herêmên xwe biparêzin, ev jî erkê her kesî ye. Ji bo me jiyana hevbeş xeteke sor e, ji bo wê jî divê Desteya Rûspiyan li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalak be û rê li ber van êriş û fîtneyan bigire."

Çiya Kurd ev li gotinên xwe zêde kir: "Divê piştigiriyeke herêmî, erebî û navneteweyî ji bo beyannameya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê dayîn. Ji ber ku ew beyanname dê bibe nimûneya guhertina Sûriyeyê. Di vê pêvajoyê de Desteya Rûspiyan roleke girîng dilîze nexasim ku nakokiyan derbas bike û nirxên sereke di nav hemû pêkhateyên herêmê de bide rûniştandin.”

Her wiha, Çiya Kurd destnîşan kir ku civînên wiha ji bo aramkirina rewşa herêmê û destekdayîn Rêveberiya Xweser xwedî roleke girîng in û got: "Divê şêniyên herêmê planên li dijî aramiya herêmê nexasim ên çandina fîtneyê di nav eşîran de nas bikin û wan têk bibin."

Di dawiya civînê de herdu aliyan rewşa xizmetguzarî û ya aborî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û pêdiviyên şêniyan û rûniştandina aramiyê li herêmê nîqşa kirin.

(mh/şx)