Li Şengalê goreke din a komî hate dîtin

Li Şengalê goreke din a komî hate dîtin ku ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve di êrişa 2014`an de hatine kuştin.

Li Şengalê goreke din a komî hate dîtin
9 gulan, 2023   18:26
​​​​​​​NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Patricor ragihand ku li Şengalê gorieke komî hat dîtin ku ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve sala 2014`an hatine kuştin.

Li gorî rapora rêxistinê, li ser agahiyên ku bi dest xistine, cihê gorê kolaye û di encamê de hestî dîtiye.

Di raporê de hat diyarkirin ku di goristanê de hestiyên jin û zarokan hatine dîtin. Hin ji wan girêdayî pêkhateya şîî ya Şengalê ne ku di sala 2014'an de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatine kuştin. Mixabin di encama qonaxa avakirina zemîna dibistanekê, hestî şikestine.

Hêjayî gotinê ye ku heta niha 85 gorên komî li Şengalê hatin dîtin. Her wiha cara yekem xebatên lêkolînê di 15'ê Adarê sala 2019'an de bi hazirbûna nûnerên DYA'yê dest pê kirin.

(dm/şx)