​​​​​​​Çavûşoglu û Miqdad sibe dicivin

Wezîrê karên derve yê dewleta Tirk a dagirker ragihand ku dê sibe bi hempîşeyê xwe yê hikumeta Şamê re bicive. Dezgehên çapemeniyên yên her du aliyan dan zanîn ku Çavûşoglu û Miqdad sibe digihêjin Moskovê.

​​​​​​​Çavûşoglu û Miqdad sibe dicivin
9 gulan, 2023   18:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Tirkiye ragihand ku wezîrê karên derve Mevlût Çavûşoglu dê sibe civîneke fermî bi hempîşeyê xwe yê hikumeta Şamê Feysel El Miqdad re li Moskovê li dar bixe.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê di daxuyaniyekê de got civîna çaralî ya ku dê wezîrên karên derve yên Îran û Rûsyayê tev lê bibin, dê derfetê bide ku aliyên beşdar nêrînên xwe der barê normalîzekirina navbera Tirkiye û Sûriyeyê de parve bikin.

SANA`yê jî ragihand ku şandeyê Sûriyeyê dê bi şandeyên Rûsya û Îranê re bicivin û şandeyê sûriyeyî dê pêwîstiya bidawîkirina dagirkeriya Tirk a li ser axa Sûriyeyê û vekişîna tevahî hêzên biyanî û rêgirtina li pêşiya destwerdana di kar û barên Sûriyeyê de, nepiştgiriya terorê, destîşna bike.

Şandeyê hikumeta Şamê ji alîkarê wezîrê karên derve Eymen Sosan, balyozê Sûriyayê yê li Moskovê Beşar El Caferî, mudirê nivîsgeha wezîr Cemal Necîb û şêwirmendê nivîsgeha wezîr Ehab Hamid pêk tê.

(şx)