Tevgera veguhastina hewayî li balafirgeha Helebê ji nû ve dest pê kirin

Saziya giştî ya balafirxaneya sivîl a Hikumeta Şamê ragihand ku tevgera veguhastina hewayî li Balafigeha Helebê ya Navneteweyî ji nû ve dest pê kir.

Tevgera veguhastina hewayî li balafirgeha Helebê ji nû ve dest pê kirin
9 gulan, 2023   17:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Saziyê di daxuyaniyeke xwe de got: “Karmendên balafirgehê bi hevkariya şîrketên nîştimanî, xesarên di encama topbarana Îsraîlê de çêbûne, sererast kirin. Xebatên veguhastinê yên balafiran dê ji sibe ve ji nû ve dest pê bikin.”

Hefteya borî, Îsraîlê balafirgeha Helebê topbaran kir. Di encamê de endamekî hêzên hikumeta Şamê hat kuştin û 5 din birîndar bûn. Her wiha balafirgeh jî ji xizmetê derket.

(şx)