Zelal Ceger: Vîna gelên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dê bi ser kevin

Endama PYD'ê, Zelal Ceger piştgiriya şêniyên Efrîn, Şehba, Heleb ji Partiya Çepên Kesk re di hilbijartinên perlomanto û serokatiya Tirkiyeyê de, anî ziman û bang li gel li tevajî perçeyên Kurdistanê kir ku asta têkoşîn û berxwedana xwe bilind bikin da ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin.

Zelal Ceger: Vîna gelên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dê bi ser kevin
9 gulan, 2023   17:07
ŞEHBA

Zelal Cîger di meşa girsayî de ku bi beşdariya bi hezaran koçberên Efrîn, şêniyên Şehba û Helebê li kantona Şehbayê hatiye lidarxistin axivî û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û piştgiriya Partiya Çepên Kesk kirin.

Zelal Ceger di axaftina xwe de anî ziman ku şêniyên Efrîn, Şehba û Helebê piştgiriya Partiya Çepên Kesk di hilbijartinan 14'ê Gulanê de dikin

Zelal diyar kir ku vîna gelên Bakurê Kurdistanê dê bi ser keve û AKP'ê û MHP'ê dê têk biçin.

Zelal lê zêde kir ku ew piştgiriya gelên Bakurê Kurdistanê dikin û got ku ew ji wan re çavkaniya hêzê ne.

Zelal got divê gelê her çar parçeyên Kurdistanê baş bizanin ku serkeftina Partiya Çepên Kesk li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dê Erdoganê faşîst têk bibe.

Zelal da zanîn ku serkeftina AKP'ê di hilbijartinan de tê wateya berdewamiya dagirkirina dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Bakurê Kurdistanê ye û girankirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan e.

Zelal banga bilindkirina asta têkoşîn û berxwedanê kir ji bo ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.

Zelal destnîşan kir ku koçberên Efrîn, şêniyên Şehba û Helebê ji dijminên gelê Kurd re hebûna xwe îsbat kirin û diyar kir ku ew têkoşînê berdewam dikin heta ku Rêber Abdullah Ocalan azad dibe, Efrîn û herêmên din ên dagirkirî rizgar dibin.

Zelal wiha domand: “Hêzên hegemonîk li cîhanê li gorî berjewendiyên xwe di Rojhilata Navîn de dixebitin. Di rastiyê de gel hêza yekane ye ku Rêber Ocalan bi bihara erebî bi nav kir.”

Zelal Ceger di dawiya axaftina xwe de got dem dema azadiya Rêber Abdullah Ocalan e û têkçûna dewletên faşist e.

(dm/şx)

ANHA