Li Dêrazorê bîranîna şehîdan

Şêniyên Dêrazorê bi boneya Roja Şehîdan (25`ê Nîsanê) diyar kirin ku ew ê heta mayîndekirina aramî û îstiqrarê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser xeta şehîdan berxwedanê bidomînin.

Li Dêrazorê bîranîna şehîdan
26 nîsan, 2023   11:34
DÊRAZOR

Bi boneya Roja Şehîdan, Meclisa Leşkerî ya Hecînê bi hevkariya Meclisa Malbatên Şehîdan li goristana şehîdan a li bajarokê Ebû Hemam ê li rojhilatê Dêrazorê merasîma bîranîna şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar xist.

Fermandarên QSD′ê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, nûnerên sazî, meclisên sivîl, Kombûna Jinan a Zenûbiya û şênî beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hecînê Ebû Wail El Curzî fedekariyên şehîdan ên di oxira rizgarkirina herêmê û têkbirina dewleta Tirk a dagirker de pîroz kirin û got: "Bi saya şehîdan em îro di nava ewlehî û îstîqrarê de dijîn. Ji lew re em soza xwe ya şopandina rêça wan heta pêkanîna armancên wan nû dikin."

Endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a rojhilatê Dêrazorê Rakan El Firêh jî wiha aixvî: "Ji vî cihê pîroz û bi vê boneyê em tevahî şehîdên Sûriyeyê û Rojhilatê Navîn ku bi saya wan li ser vê xakê dijîn bi bîr tînin."

El Firêh wiha domand: "Divê em li ser rêça şehîdan û Rêber Abdullah Ocalan bimeşin."

Merasîm bi pêxistina mûman li ser gorên şehîdan bi dawî bû.

(fr/c)

 ANHA