​​​​​​​YNK: Xakfiroş ew in ên baregehên dewleta Tirk anîne Hewlêr û Dihokê

YNK’ê bi daxuyaniyekê bersiv da Mesrûr Barzanî û got “Xakfiroş ew in ên zêdetirî sed baragehên leşkerên Tirkiyeyê anîne sînorên parêzgeha Hewlêr û Dihokê. Xakfiroşî ew e ku rê ji bo şehîdxistina welatiyan xweş dikin û daristan û jîngeha Kurdistanê wêran dikin.”

​​​​​​​YNK: Xakfiroş ew in ên baregehên dewleta Tirk anîne Hewlêr û Dihokê
18 nîsan, 2023   09:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 16’ê Nîsanê de serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê tev li bernameyeke fitarê bûbû û gotibû: “Em tu carî nikarin bibin hevkarê xiyanet, gendelî, teror, tirsandin, wêrankirin û bikaranîna xelkê ya ji bo berjewendiyên xwe.”

Malbenda 3 ya Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) ya Hewlêrê bi daxuyaniyeke nivîskî bersiva Mesrûr Barzanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Xakfiroş ew in ên zêdetirî sed baragehên leşkerên Tirkiyeyê anîne sînorên parêzgeha Hewlêr û Dihokê. Xakfiroşî ew e ku rê ji bo şehîdxistina welatiyan xweş dikin û daristan û jîngeha Kurdistanê wêran dikin. Daxuyanî û helwesta serokê kabîneya 9’em, di warê siyasî, aborî, dîplomasî û karê bihevre jî, Herêma Kurdistanê ber bi tunelek tarî ve dibe.

Ya ku niha li Herêma Kurdistanê rû dide, binpêkirina hemû pîvanên dewletbûnê ye, sedema vê jî teror û siyasî ne. Hikumraniya herêmê hemû dem li ber piyê Bexdayê ketiye, ma divê hûn şanaziyê bi çi bikin? Ma ji bilî tevlîhevkirin û nehiştina taybetmendiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, çi di çanteyê wî de maye ku bavêje? Li ser asta cîhanê jî hemû dosyayên piştevaniyê dûrxistiye, li ser asta navxweyî jî hemû yekitiyê têk biriye û hewl dide hemû têkiliyan jî sifir bike.

Vî biraderî di warê aboriyê de jî hemû çavkaniyên dahat, mûçeyê mamosteyan, pêşmerge û polîsan gihandiye qonaxek tarî."