Dagirkeran rêya M4 û 2 gundên Eyn Îsayê topbaran kirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rêya M4, gundên Cehbel û Teybayê yên rojhilatê navçeya Eyn Îsayê topbaran kirin.

Dagirkeran rêya M4 û 2 gundên Eyn Îsayê topbaran kirin
18 nîsan, 2023   09:45
NAVENDA NÛÇEAN

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê îro saet di 09:00ʹan de gundê Cehbel topbaran kir. Hêzên dagirker saet di 10:50ʹî de jî rêya M4 û gundê Teyba topbaran kirin.

Agahiyên zêdetir bi dest neketin.

(bb)

ANHA