Wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî li Şamê ye

Piştî qutbûna têkiliyên her du dewletan ku 12 salan dewam kir, wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî gihaşt Şamê.

Wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî li Şamê ye
18 nîsan, 2023   08:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Weten a girêdayî hikumeta Şamê ragihand ku wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Siûd îro serdana Şamê dike.

Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve, têkiliyên Şam û Erebistana Siûdî qut bûbûn. Ji 12 salan ve ev serdana yekemîn a rayedarekî siûdî li Sûriyeyê ye.

Beriya çend rojan wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel Miqdad serdana Erebistana Siûdî kiribû.

(bb)