​​​​​​​Di hilbijartinên Tirkiyeyê de 60 milyon hilbijêr dikarin dengê xwe bidin-HATE NÛKIRIN

Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê got ku di hilbijartinên 14’ê Gulanê de mafê 60 milyon û 697 hezar û 843 kesî heye ku dengê xwe bi kar bînin.

​​​​​​​Di hilbijartinên Tirkiyeyê de 60 milyon hilbijêr dikarin dengê xwe bidin-HATE NÛKIRIN
17 nîsan, 2023   10:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya Tirkiyeyê Ahmet Yener têkildarî hilbijêrên ku dê di 14’ê Gulanê de deng bidin, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Dê 60 milyon û 697 hezar û 843 hilbijêr li welêt dengê xwe bidin. Ji van hilbijêran 30 milyon û 710 hezar û 790 anku ji sedî 50,60 jê jin in. Ji sedî 49,40’ê hilbijêran jî mêr in. Hejmara hilbijêrên ku dê cara ewil dengê xwe bidin 4 milyon û 904 hezar û 672 ye. Heke hilbijartina serokkomariyê bo tûra duyemîn bimîne jî dê 47 hezar û 523 hilbijêr di 28’ê gulanê de cara ewil dengê xwe bidin. Hejmara astengdarên ortopedîk û kor jî 989 hezar û 543 ye. Hejmara hilbijêrên me yên 75 salî û bi ser vî temenî re jî 3 milyon û 180 hezar e. Dê li 973 navçe û 1094 lijneyên hilbijartinê yên navçeyan bi giştî 191 hezar û 884 lijneyên sindoqan dê bên avakirin. Dê li 421 navçeyên me sindoqên gerok bên danîn û hejmara hilbijêrên me yên ku dê li ser van sindoqan dengê xwe bidin jî 6 hezar û 215 e.”

Yener da zanîn ku ji herêmên erdhejê nêzî 133 hezar hilbijêr li bajarên din belav bûne.