Êrişên dagirkeran ên bi çekên qedexekirî didomin

HPGʹê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker bi çekên qedexekirî êrişî çeperên berxwedanê yên li qada Sîdayê kiriye.

Êrişên dagirkeran ên bi çekên qedexekirî didomin
17 nîsan, 2023   10:36
NAVNDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de ev agahî hatin dayin:

"15'ê Nîsanê çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê carekê bi çekên qedexekirî hatin bombebarankirin.

15, 16 û 17'ê Nîsanê çeperên me yên berxwedanê yên li Girê Cûdî, Girê FM'ê, her wiha Geliyê Lolanê yê Xakurkê û qadên Çemço û Sîdayê 17 caran bi helîkopterên êrişê, 53 caran jî bi tank, obus û çekên giran hatin bombebarankirin.”