Li Şehba, Şera û Şêrawayê çi qewimî?

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh berêvarê bi dijwarî êrişî malên şêniyan û erdên çandiniyê yên li kantona Şehba û navçeyên Şera û Şêrawayê kir. Topbaran hê jî dewam dike.

Li Şehba, Şera û Şêrawayê çi qewimî?
Li Şehba, Şera û Şêrawayê çi qewimî?
Li Şehba, Şera û Şêrawayê çi qewimî?
Li Şehba, Şera û Şêrawayê çi qewimî?
Li Şehba, Şera û Şêrawayê çi qewimî?
17 nîsan, 2023   10:47
ŞEHBA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi zêdetirî 700 top, moşek û guleyên çekên giran, 13 gundên li kantona Şehbayê û navçeyên Şera û Şêrawa yên Efrînê topbaran kirin.

Gundên Şehbayê yên hatine topbarankirin ev in; Eyn Deqnê, balafirgeha Minixê ya leşkerî, Bêlûniyê.

Li navçeya Şera jî ev gund hatin topbarankirin; Merenaz, Elqemiyê, Malikiyê, Tat Maraş, Şewarixa, Îrşadiyê.

Gundên Şêrawa yên hatine topbarankirin jî ev in; Meyasê, Aqîbê, Soxanekê, daristana Soxanekê, Ziyaretê, Zerneîtê.

Ji ber topbarana dijwar zirar gihîşt mala Ebdurehman Hesen ê ji gundê Aqîbê û mala Tahir Bekro yê ji gundê Bênê.

Artêşa dagirker li gundê Soxanekê jî gelek mal topbaran kirin û nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê ya li herêmê kir hedef.

Ebdurehman Hesen ê ku mala wî ji ber êrişan zirar dît, diyar kir ku dewleta dagirker navçeya Şêrawa, bi taybet gundê Aqîbê, topbaran kir. Hesen anî ziman ku piraniya cihên hatine topbarankirin cihên sivîlan bûn.

Hêjayî gotinê ye ku topbarana li ser herêmê heta niha jî dewam dike.

(c)

ANHA