Di salvegera serxwebûnê de li Sûriyeyê dagirkerî û alozî

Îro (17′ê Nîsanê) salvegera derketina Fransiyan ji Sûriyeyê ye (1946). Lê îro carek din li Sûriyeyê dagirkerî heye. Muxalifê sûriyeyî Fîras Qesas anî ziman ku siyasetên hikumeta Şamê bû sedem ku careke din axa Sûriyeyê bê dagirkirin û destnîşan kir ku dagirkeriya dewleta Tirk a herî xeternak e.

Di salvegera serxwebûnê de li Sûriyeyê dagirkerî û alozî
17 nîsan, 2023   03:38
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL HEBÎB

Şert û mercên navneteweyî yên piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn di 1945′an de derfet da ku sûriyeyî serxwebûna xwe bi dest bixin. NY′yê bi erêkirina piranî endaman piştgirî da biryara serxwebûn û yekitiya Sûriyeyê. Bi wê re, cara yekemîn hikumet û gelê Sûriyeyê û gelê wê di 17′ê Nîsana 1946′an di serdema serokatiya Şukrî Quwetlî de Cejna Serxwebûnê pîroz kir.

Li pey serxwebûnê bihara Sûriyeyê hat û êdî li Şamê û bajarên din ên Sûriyeyê qonaxa siyasî dest pê kir. Êdî welatiyên Komara Sûriyeyê di nava xwe de axaftinên siyasî û têgehên wekî demokrasî, edalet, azadiya nêrînê û pergala parlamentoyê dikirin. Hêdî hêdî partiyên siyasî li beramber bloka nîştimanî ku di nava hev de parçe bûne, hatin avakirin. Bloka nîştimanî kombûna gelê Sûriyeyê bû, dan û standin û şoreş bi rê ve dibir.

Lê belê vê yekê dirêj nekir, her wiha "Komkara Çalakiya Neteweyî" di danîna bingehên fikrî û rêxistinî yên erebkirina radîkalî bû alîkar, mîna ku gelek pisporan wesif kir ku partiya Baasê xwe li ser bingeha piştî serxwebûnê xwe bi pêş xist.

Li ser vê yekê, qonaxa derbeyan li Sûriyeyê dest pê kir heta ku partiya Baasê dest danî ser desthilatê. Piştre Sûriye hêdî hêdî bû dewleteke neteweperest ku yek partî wê hikum dike û tê de mafên sereke û azadî winda ne.

Artêşkirina neteweyî û tayîfî ku partiya Baasê li Sûriyeyê pêk aniye, hişt ku bi demê re civaka Sûriyeyê jî parçe bibe. Ruxmî bikaranîna hêza ewlehî û leşkerî jî, gelek îsyan û serhildan çêbûn. Ya herî sereke, bûyerên Hemayê yên sala 1982’yan, girtîgeha Tedmurê û Serhildana Qamişloyê ya 2004’an.

Ev pirsgirêk heta sala 2011`an li ser hev kom bûn. Di 2011`an de krîza Sûriyeyê dest pê kir û dewletên çavê xwe berdana xaka Sûriyeyê ew yek wekî fersend dîtin. Her wiha Rûsya û Îranê jî lawazbûna hikumeta Şamê bi kar anî. Dewleta Tirk jî qaşo “muxalefeta Sûriyeyê” ji bo dagirkirina gelek herêmên Sûriyeyê bi kar anî.

KRÎZA HEBÛNÊ YA TEVLÎHEV

Muxalifê sûriyeyî û serokê Partiya Nûjen û Demokratîk li Sûriyeyê Fîras Qesas têkildarî ji ajansa me re axivî. Qesas got: "Mixabin, salvegera serxwebûna welat ji mêtingeriya Fransayê derbas dibe, di demekê de ku Sûriye hîna aloziyeke hebûnê ya tevlîhev û pir alî dijî.  Li aliyekî zordestiya siyasî ya Esedî di şexsê rejîma Esed de ku serweriyê li piranî rûbera Sûriyeyê dike, berdewam dike. Aliyê din jî olî ye, Heyet Tehrîr El Şam a terorîst Idlib xistiye bin serweriya xwe. Zordestiya dewleta Tirk a dagirker û ajantî jî aliyekî din e. Dewleta Tirk a dagirker bi piştgiriya komên ajan ên bêqîmet herêmên Efrîn, Bab, Girê Spî, Serêkaniyê û rûberên mezin ji Sûriyeyê dagir dike."

Qesas wiha domand: "Girêdana vê rewşê bi rastiya beriya 2011`an re heye. Rejîma siyasî ya cudakar û zordest ku welat 50 sal in hikum dike û mîna mitîngerekî hundirîn tevgeriya, berpirsê vê yekê ye. Têkiliya di navbera desthilata li Sûriyeyê û gelê wê de dişibe têkiliya di navbera dewleta Sûriyeyê û Fransaya dagirker de. Ji wê jî xirabtir e. Ev têkiliyeke kontrolkirin, serwerî, îstismar, hegemoniya û têkiliya tepisandin û tundiyê ye, ku dijberî berjewendiya civakê û welat e û tenê dikeve xizmeta çîna desthilatdar.”

FELEK FAKTOR BÛN SEDEMA VEGERA DAGIRKERIYÊ

Fîras Qesas behsa faktorên ku bûne sedema vegera dagirkeriyê kirin û wiha dom kir: "Siyaseta rejîma Sûriyeyê ya ku têgeha griêdana welat ji bo berjewendiya girêdana nîştimanî, neteweyî û erebî, xira kir. Siyaseta rejîma Sûriyeyê têgehên nijadperestî yên ku ji bilî nasnameya erebî ya sûriyeyî tu nasnameyên din qebûl nakin, her wiha têgehên navendîbûna dewletê ku nenavendîbûna nerm wekî cudaxwazî û dijminahî pênase dike, teyisandin. Siyaseta Esed formeke klasîk a serdema navîn û tayîfî da olê û civak dijberî ronakbîriyê ve bir.

Alî ji bo berjewendiya navendê û gundewar jî ji bo berjewendiya bajêr, paşguh kirin. Dengê siyasî yên din bêdeng kir. Nirxên baviksalarî li civakê serwer kirin û li dijî tevgera gel tundî bi kar anî. Van hemû saktoran hişt ku gelek beşên civaka Sûriyeyê tev li rêxistinên terorîst bibin.

Her wiha hemû bangên qebûlkirina nasnameyê û hebûna rewa mîna rewşa Kurdan, wekî bangên cudaxwaziyê hatin hesibandin. Beşekî din ê sûriyeyan jî piştgirî da hikumeta Tirk a faşîst û gelek dever dagir kirin.”

DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK A HERÎ XETERNAK E

Qesas di axaftina xwe de xeteriya dagirkeriyên li xaka Sûriyeyê jî nirxandin û wiha got: "Ne tenê ji bo Sûriyeyê, lê belê her civak û welatî dagirkeriya herî xeternak e, ew dagirkeriya xwedî wateyên mitîngerî û koçberkirinê ye. Niha rewşa dagirkeriya dewleta Tirk li Sûriyeyê bi vî rengî ye. Ew dagirkirina mêtingeriyê ye, guhertina demografiyayê armanc dike, ji bo wê xwecihên herêman dide koçberkirin û li şûna wan komên din ên etnîkî bi cih dike. Ji bo ku fobyaya netewperestî ya toranî-tirkî ya li hember netewe û çanda kurdî razî bike, armanc dike ku nasnameya herêmên dagirkirî biguherîne.”

PEYAMA JI BO SÛRIYEYIYAN

Fîras Qesas, ji tevahî gelê Sûriyeyê re peyamek şand û wiha got: "Ji Sûriyeyiyan tê xwestin ku li hember dewleta Tirk a dagirker li ber xwe bidin, nekevin xefka ku dewleta Tirk li hember nirx;n jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de bi taybet di navbera Ereb-Kurdan de, daniye. Ji Sûriyeyiyan tê xwestin ku hay ji van xeteriyan hebin û tevahî pêkhateyên Ereb, Kurd, Asur, Suryan, Tirkmen, Çeçen û Ermenên li hember di vê doza hebûnê de li ber xwe bidin. Sekinandina di yek rêzê de û li gorî wê karkirin dê azadî, rûmet, demokrasî û xwebûnê bîne. Ew jî bi rêya berxwedana li hember hemû rengên zordestiyê û têkbirina wê pêkan e. Berxwedana li hember dewleta Tirk a dagirker û derxistin wê ji axa Sûriyeyê dihêle welatî hev qebûl bikin. Ev yek dê pêdiviyên forma pirrengî, nenavendîbûn û demokrasiyê pêk bîne û pêşketina şaristanî û mirovahî bi pêş be bibe. Divê sûriyeyî niha û her tim li ser vê yekê bixebitin."

(fr/c)

ANHA