​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-4-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-4-2023
16 nîsan, 2023   23:00

Hikumeta Şamê heta niha avahiyên fakulteyên zanîngeha Helebê yên ku ji ber erdhejê ziyan dîtine, sererast nekiriye. Bi vê yekê jiyana bi hezaran kesî dixe metirsiyê. Xwendekarên zanîngehê bêxemiya hikumetê rexne kir.

Qiraltiya Erebistana Siûdî piştî hîs kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) jê dûr dikeve, polîtîkayên "Ne pirsgirêk" bi derdorê re dimeşîne, ji ber ku DYAʹyê girîngî daye nakokiyên xwe yên li gel Moskov û Pekînê.

Îro (17′ê Nîsanê) salvegera derketina Fransiyan ji Sûriyeyê ye (1946). Lê îro carek din li Sûriyeyê dagirkerî heye. Muxalifê sûriyeyî Fîras Qesas anî ziman ku siyasetên hikumeta Şamê bû sedem ku careke din axa Sûriyeyê bê dagirkirin û destnîşan kir ku dagirkeriya dewleta Tirk a herî xeternak e.

Çêkerên rêzefîlma "Şeva Ketinê" xwedî li berpirsiyariya dîrokî ya xuyakirina serdema herî girîng di dîroka nû ya Iraq û Kurdistanê de derneketin û li hember wê bi bin ketin. Rêzefîlm ji mijara veguhastina rastiyên komkujiyên li Şengal û Mûsilê derket û veguherî mijareke siyasî ku ji êşên bi hezaran êzidiyan û iraqiyan dûr ket ku di êrişên DAIŞ`ê de kişandine.

Seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser Edalet Omer destnîşan kir ku bîrdoziya rizgariya jin a Rêber Abdullah Ocalan hişt ku jin pêşengtiya Şoreşa 19′ê Tîrmehê bikin û got: “Ji bo bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan divê têkoşîn were bilindkirin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA