Hikumeta Şamê hê jî fakulteyên Zanîngeha Helebê restore nekirine

Hikumeta Şamê heta niha avahiyên fakulteyên zanîngeha Helebê yên ku ji ber erdhejê ziyan dîtine, sererast nekiriye. Bi vê yekê jiyana bi hezaran kesî dixe metirsiyê. Xwendekarên zanîngehê bêxemiya hikumetê rexne kir.

Hikumeta Şamê hê jî fakulteyên Zanîngeha Helebê restore nekirine
Hikumeta Şamê hê jî fakulteyên Zanîngeha Helebê restore nekirine
Hikumeta Şamê hê jî fakulteyên Zanîngeha Helebê restore nekirine
Hikumeta Şamê hê jî fakulteyên Zanîngeha Helebê restore nekirine
Hikumeta Şamê hê jî fakulteyên Zanîngeha Helebê restore nekirine
17 nîsan, 2023   04:40
HELEB

Ji ber erdhejên ku 6 û 20ʹê Sibata borî çêbûn, ziyaneke mezin gihaştin avahiyên fakulteyên zanîngeha Helebê. Lê heta niha hikumeta Şamê tu girîngî nedaye sererastkirina avahiyan. Bi vê yekê jiyana bi hezaran xwendekaran û karmend û kadroyên perwerdeyê di xetereyê de ye.

Beriya erdhejê xwendekaran nîvê ezmûnan li fakulteyan xwe pêşkêş kirin û piştî erdhejê jî nîvê din ji 4ʹê Adarê heta 16ʹê Adarê ve li fakulteyên zirardîtî pêşkêş kirin.

Betlanaya navîn a sala perwerdeyê ku ji 16ʹê Adarê heta 2ʹyê Nîsanê dirêj kir, derfetek bû ku avahiyên ziyandîtî werin sererastkirin, lê hikumeta Şamê çavê xwe li vê yekê girtiye.

2ʹyê Nîsanê werza duyemîn a sala perwerdeyê dest pê kir û jiyana bi hezaran xwendekar û karmendên fakulteyan bi xetereyê re rû bi rû ye.

Hikumeta Şamê li hin fakulteyên ku pêwîstiyan wan bi sererastkirinê hene, stûneke tenê dan.

Zanîgeha Helebê di sala 1958ʹan de hat avakirin, ji wê demê ve piraniya fakulteyan nehatine rastkirin û bi erdhejê de bi awayekî mezin ziyan dîtin.

REXNEYÊN XWENDEKARAN

Xwendekaran hikumeta Şamê ji ber xemsariyê rexne kir. Xwendekarê (H.M) di sala 3ʹyan de  li fakulteya endazyariya teknîkî li zanîngeha Helebê dixwîne got: "Zanîngeh ji bo xwendekaran û  karmendan êdî bûye cihê tirsê. Hejmara kesên ku niha dewam dikin li gorî werza berê pir kêm e. Berê xema me xwendin tenê bû, lê niha rewşa zanîngehê mirov dîn dike."

(H.M) îşaret pê kir ku li avahiyên fakulteya endazyariya kehrebe û eliktronîk stûneke tenê hate dayîn û wiha domand:"Stûnek tenê têrê nakê, qatên jorîn û dîwarê qelişî hatine paşguhkirin, mîna ku dê dîwarên qatên jorîn neyên xwarê."

(H.M) diyar kir ku hin fakulteyan bara xwe ji vê sererastkirina lawaz negirt û got: "Herî kêm bifikirin ku temenê her fakulteyekê ji wan derdora 80 salî ye, lê çavê xwe bi temamî li fakulteyên din girtine."

Ji ber erdhejên dawîn, avahiyên fakulteyên tib, hemşîrtî, perwerde, aborî, endazyariya kehrebe, endazyariya elkitron û endazyariya teknîkî ziyan dîtin. Lê heta nih 3 fakulteyên dawîn bi stûnekê tenê jî nehatin rastkirin.

) M.H) destnîşan kir ku ji bo sererastkirinê tu karekî ser erdê ji aliyê hikumeta Şamê ve nehatiye kir û got: "Me tu komîteyên tespîtkirina rewşa avahiyên zanîngehê nedîtin. Me tu sererastkirin jî nedît. Em nizanin wê kengî girîngiyê bibin giyanê me."

Hêjaya bibîrxistinê ye ku li zanîngehên Helebê zêdetirî 111 hezar xwendekar û derdora hezar û 500 karmend û kadroyên perwerdeyê hene.

(bb)

ANHA