​​​​​​​Nivîsgeha Edalet û Çaksaziyê girtî berdan

​​​​​​​Nivîsgeha Edalet û Çaksaziyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gorî madeya 126`an a qanûna cezayan, gelek kesên ku di Navenda Çaksaziyê ya Elaya de dihatin perwerdekirin, serbest berdan. 

​​​​​​​Nivîsgeha Edalet û Çaksaziyê girtî berdan
​​​​​​​Nivîsgeha Edalet û Çaksaziyê girtî berdan
​​​​​​​Nivîsgeha Edalet û Çaksaziyê girtî berdan
​​​​​​​Nivîsgeha Edalet û Çaksaziyê girtî berdan
​​​​​​​Nivîsgeha Edalet û Çaksaziyê girtî berdan
​​​​​​​Nivîsgeha Edalet û Çaksaziyê girtî berdan
​​​​​​​Nivîsgeha Edalet û Çaksaziyê girtî berdan
16 nîsan, 2023   17:35
 QAMIŞLO

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Rêveber ê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Telat Yûnis, hevserokê Nivîsgeha Edalet û Çaksaziyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xalid Remo û endamê fermandariya giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Cizîrê Mehmûd El Hisên beşdar bûn.

Di serî de Telat Yûnis cejna Fitirê li hemû gelên herêmê û ciwanên ku hatine berdan pîroz kir.

DESTPÊKEKE NÛ

Yûnis wiha domand: "Gelê me yê di bin siya Rêveberiya Xweser de li gor bingeha biratiya gelan û jiyana hevbeş dijî, gel xaka xwe parast û rêveberiya xwe ya xweser ava kir, ji ber wê jî îro herêmên me li gor herêmên din ên Sûriyeyê ya herî ewle ye."

Telat Yûnis destnîşan kir ku bi saya hevgirtina gel û piştgiriya wî ji hêzên leşkerî re ewlehî û aramiya herêmê hatine parastin û got: "Lê belê hîn li dijî herêmê û Rêveberiya Xweser gef didomin, nexaism ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, da ku ewlehiya herêmê û jiyana gel a hevbeş têk bibin."

Telat Yûnis bal kişand ser girîngiya destekdayîna hêzên leşkerî û saziyên Rêveberiya Xweser ji bo têkbirina planên li dijî herêmê û got: “Ev erkê her kesî ye, bi taybetî yê ciwanan e, ew ciwanên ku demek li navendên îslahê derbas kirine, her wiha em hêvî dikin ku ew ji bo gelê xwe û welatê xwe tiştên baş bikin.”

KETINA NAV CIVAKÊ

Hevserokê Nivîsgeha Edalet û Çaksaziyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xalid Remo destnîşan kir ku biryara serbestberdanê wek şahiyek ji bo girtiyan e û got: "Hêviya me bi wan bilind e ku roleke erênî di civakê de bilîzin."

DESTEKDAYÎNA HÊZÊN EWLEKARÎ Û LEŞKERÎ

Her wiha, endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Cizîrê Mehmûd El Hisên teqezî bi wê yekê da ku ew ciwanên ku hatine berdan li xwe vegerin û wek welatiyên çalak roleke erênî di parastina xak û gelê xwe de bilîzin.

El Hisên bang li welatiyan kir ku destekê bidin hêzên ewlekarî û leşkerî da ku tev aramiya herêmê biparêzin.

(mh)

ANHA