Pîrozbahiyên 4ʹê Nîsanê dewam dikin

Di çarçoveya çalakiyên bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan de, li kantona Hesekê dar hatin çandin û şahî hatin lidarxistin.

Pîrozbahiyên 4ʹê Nîsanê dewam dikin
Pîrozbahiyên 4ʹê Nîsanê dewam dikin
Pîrozbahiyên 4ʹê Nîsanê dewam dikin
Pîrozbahiyên 4ʹê Nîsanê dewam dikin
Pîrozbahiyên 4ʹê Nîsanê dewam dikin
Pîrozbahiyên 4ʹê Nîsanê dewam dikin
4 nîsan, 2023   14:44
HESEKÊ

Bi boneya 4`ê Nîsanê endamên şaredariyan, saziyên civaka sivîl, endamên Kongra Star û şêniyên Hesekê hezar û 500 dar li çerxerêya Şehîd Azad Çelê ya ketina rojavayê bajêr, çandin.

Beriya çandina daran, endama Koordînasyona Kongra Star Koçer Omer axivî, rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li gelên herêmê û şervanan pîroz kir û got: “4`ê Nîsanê roja vejînê û zayîna felsefeya jiyana azad e.”

ZIRGAN

Li navçeya Zirganê ya kantona Hesekê kombûnek li pêşiya qada Mizgefta Mezin hat lidarxistin. Di kombûnê de hevserokê Navenda Perwerdeyê Silêman Biro axivî û got: “Heta serokê me azad nebe em ê li qadan bin. Rojbûna Rêbertî rojbûna me hemûyan e. Bila hemû bizanin, ên li ser fikir û felsefeya wî mezin bûn serî natewînin.”

DIRBÊSIYÊ

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê jî şahiyek li Parka Şehîd Zevîn li dar xist. Hevserokê navçeyê Numan Erebo axivî û 4`ê Nîsanê li cîhanê tevda pîroz kir û wiha got: “Ev roj, ji bo gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn dîrokî ye, ji ber ku di vê rojê de pêşengek û fîlzofê projeyaneteweya demokratîk hat dinê.”

Endama rêveberiya Kongra Star Nesrîn Şîno axivî got, Rêber Abdullah Ocalan rê li pêşiya jinan vekir da ku li nasnameya xwe bigere.

Nesrîn Şîno wiha domand: “Rêber Abdullah Ocalan pêxemberê rizgarkirina jinan ji koletiyê ye."

TIL TEMIR

Li navçeya Til Temirê jî bi heman mebestî şahiyek li qada Meclisa Malbatên Şehîdan hate lidarxistin. Ji pêkhateyên navçeyê,  Kurd, Ereb û Asûr bi dehan kes beşdarî şahiyê bûn.

Di şahiyê de, hevserokê Meclisa Navçeya Til Temirê Şêxmûs Ehmed axivî û ev roj li gelên Rojhilata Navîn û gelên azadîxwaz pîroz kir.

(şx)

ANHA