′Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan rojbûna gelên azadîxwaz e′

Li kantona Qamişloyê bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan çalakiyên curbecur hatin lidarxistin. Şêniyan di çalakiyan de got rojbûna Rêber Abdullah Ocalan rojbûna gelên azadîxwaz e.

4 nîsan, 2023   14:23
QAMIŞLO

Bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan ku dikeve 4′ê Nîsanê, li kantona Qamişloyê çalakiyên curbesur hatin lidarxistin.

Li bajarê Qamişloyê, Kongra Star li Parka 19′ê Tîrmehê şahiyek li dar xist. Di şahiyê de bi dehan şêniyên bajêr, nûnerên ji partiyên siyasî, Kongra Star, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan beşdar bûn.

Li ser dîwarên parkê wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên Kongra Star û hêzên leşkerî hatin daliqandin.

Di şahiyê de berdevkê Kongra Star Rîhan Loqo axivî û got felsefeya Rêber Abdullah Ocalan rûmeta tevahî gelên Rojhilata Navîn û gelên cîhanê diparêze.

Rîhan gotina xwe wiha bi dawî kir: "Felsefeya neteweya demokratîk li dijî modernîteya kapîtalîst, fikirê tundraw û netewe-dewletê tê dikoşe, ew mîna pergala altarnatîf a parastina mafên hemû gelan, pêkanîna jiyana hevbeş û wekheviyê ye. Ji lew re dijminên fikrê demokratîk Rêber Abdullah Ocalan revand."

Şahî bi diruşmên "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.

AMÛDÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/fTsqYQjXm3k" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Li Amûdê, Kongra Star şahiyek li hola Kerem li dar xist. Di şahiyê de şêniyên Amûdê û gundewarên wê, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî amade bûn.

Li hola şahiyê wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û wêneyên şehîdên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin daliqandin.

Di şahiyê de Hevserokê Desteya Hundirîn Hemrîn Elî rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li tevahî gelên cîhanê pîroz kir û got rojbûna Rêber Abdullah Ocalan rojbûna azadî û jiyanê ye.

Hemrîn anî ziman ku pîrozkirina rojbûna Rêber Abdullah Ocalan nayê wateya pîrozbûna bi jidayikbûna Rêber Abdullah Ocalan, lê belê tê wateya jidayikbûna fikrê neteweya demokratîk, biratiya gelan û azadiya jinê. Hemrîn bang li tevahî gel û jinan kir ku heta pêkanna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê bilind bikin.

ÇILAXA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Yku24Rl05wo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Meclisa Navçeya Çilaxa bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan civîneke fireh ji şêniyan re li navenda çandê li dar xist. Di civînê de endamê Komîteya Perwerdê ya Nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mihemed Şewqî axivî û wiha got: "Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd û gelên azadîxwaz roja vejînê ye."

Dûre meclisê gelek kesayetên ji navçeyê yên ku rola wan di belavkirina fikrê Rêber Abdullah Ocalan li nava şêniyan de hebû, xelat kir.

TIRBESPIYÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/lBwCDyF5KhM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Li Tirbespiyê, Kongra Star bi beşdariya şêniyên navçeyê 55 darên hawîrdorê li gelek sazî û Parka Rêber Abdullah Ocalan a li navçeyê çandin.

Her wiha Meclisa Malbatên Şehîdan û şêniyên naveyê serdana Goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugirê kir.

TIL HEMÎS

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/fPI8Iw6R860" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Bi sedan şêniyên Til Hemîs, endamên saziyên sivîl û nûnerên partiyên siyasî li qada dibistana Mucîr Yenat a li bakurê navçeyê kom bûn û rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir.

Li wir, Hevserokê PYD′ê yê Til Hemîsê Xalid Sadûn axivî û got: "Di demekê de têkoşîna dîrokî ya gelan a ji bo azadiyê de gihaştiye lûtkeya xwe, em 4′ê Nîsana îsal pêşwaz dikin. Di heman demê de jî siayseta dewleta Tirk gihaştiye keviya hilweşînê."

Sadûn anî ziman ku rojbûna Rêber Abdullah Ocalan rojbûna azadiya tevahî gel û pêkhateyan e.

TIL BIRAK

Bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan şêniyên Til Birakê bi koordînaya bi şaredariya gel re 300 darên hawîrdorê li parkên navçeyê çandin.

Her wiha Kongra Star li hola Meclisa Til Birakê semînerek li ser jiyana Rêber Abdullah Ocalan bi beşdariya bi dehan şêniyan da. Di semînerê de endama Kongra Star Ezra Salih axivî.

Ezra got Rêber Abdullah Ocalan di oxira gel û civak azadiya xwe bi dest bixin de gelek fedekarî pêşkêş kirin. Ji lew re rojbûna Rêber Abdullah Ocalan rojbûna gelên bindest e.

(fr)

ANHA