Li Reqa û Kobanê 4ʹê Nîsanê bi coş hat pîrozkirin

Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li Kobanê û Reqayê bi şahiyan hat pîrozkirin.

Li Reqa û Kobanê 4ʹê Nîsanê bi coş hat pîrozkirin
Li Reqa û Kobanê 4ʹê Nîsanê bi coş hat pîrozkirin
Li Reqa û Kobanê 4ʹê Nîsanê bi coş hat pîrozkirin
Li Reqa û Kobanê 4ʹê Nîsanê bi coş hat pîrozkirin
Li Reqa û Kobanê 4ʹê Nîsanê bi coş hat pîrozkirin
Li Reqa û Kobanê 4ʹê Nîsanê bi coş hat pîrozkirin
Li Reqa û Kobanê 4ʹê Nîsanê bi coş hat pîrozkirin
Li Reqa û Kobanê 4ʹê Nîsanê bi coş hat pîrozkirin
Li Reqa û Kobanê 4ʹê Nîsanê bi coş hat pîrozkirin
4 nîsan, 2023   14:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi dirûşmên "Hûn nikarin roja me tarî bikin, azadiya Rêbertî azadiya me ye" û "Rojbûna Rêber Apo vejîna jiyana azad e", Nivîsegha Kombûna Jinan a Reqayê û şêniyên Herêma Firatê 4ʹê Nîsanê pîroz kir. Şêniyan diyar kir ku ew ê têkoşînê geş bikin heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bikin.

REQA

Nivîsgeha Jinan a Reqayê şahiyek li hola Tac a naverasta bajar li dar xistin. Endamên Partiya Sûriyeya Pêşerojê, endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclisa Jinan a Sûriyeyê, endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdarî şahiyê bûn.

Bi navê Kombûna Jinan a Zenûbiyayê Sewsen El Hesen axivî û got:  "Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan ne tenê zayîna azadiya gelê Kurd û rizgariya jinan e, di heman demê de ji bo hemû gelan û mirovahiyê tevda vejîneke nû ye. Nexasm piştî ku me nêrîna Rêber Abdullah Ocalan fêm kir ku ji dozên Rojhilata Navîn re çareserî danîn.”

Di dawiyê de Sewsen destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan kilîta çareserkirina aloziyên Rojhilata Navîn e û got: "Ji ber wê hêzên hegemonîk û modernîteya kapîtalîst tecrîdeke giran lê ferz dikin. Projeya konfedralîzma demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan, modela bidawîkirina alozî û tevliheviya li herêmê ye. ʹʹ

Di dawiya şahiyê de komên Navenda Çandê û Hîlala Zêrîn a Reqayê berhemên xwe pêşandan.

KOBANÊ

Li Kobanê jî, şêniyan li gundê Elpelûrê yê di salên 80`î de dema derbasî Rojava bûbû lê mabû, şahiyek li dar xist.

Di şahiyê de endama Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê Emîne Bekir axivî û got: “Ev roj, rojbûna fikrê azad û projeya azad e ku bi saya wî edaleta civakî pêk hate û di bin siya wî de pêkhate di nav ewlehî û aramiyê de ne.”

Emîne bang li gelê herêmê û jinan kir ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê mezin bikin.

Di şahiyê de bavê Hebûn ê ku sala 2020`an di êrişa balafira bêmirov a biçek a dewleta Tirk li dijî gundê Helincê de şehîd bûye, Remedan Şefîq axivî  û diyar kir ku ew serî ji siyasetên dewleta Tirk a dagirker re netewînin.

Dûre hunermend Silava Bozo, Pêşawa Remedan yê ji Başûrê Kurdistanê, Koma Şehîd Şîlan a Tevgera Hîlala Zêrîn a herêma Firatê û hunermend Şêx Nebî Baqî Xido stran gotin.

Di dawiya şahiyê de girse dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” berz kir.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/kstgHrOMEuc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>