Însiyatîfa Nûn 4'ê Nîsanê pîroz kir

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ya Nûn 4ʹê Nîsanê li gelên şoreşger û bindest pîroz kir û banga bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî kir.

Însiyatîfa Nûn 4'ê Nîsanê pîroz kir
4 nîsan, 2023   14:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Însiyatîfa Azadiy Rêber Abdullah Ocalan a Nûn bi boneya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku gelên Rojhilata Navîn bi salan ji ber siyasetên qirkirin,înkarkirinê û hişmendiya baviksalaiyê azar kişandin û hate gotin:"Bi rojbûna Rêber Abdullah Ocalan re di 4'ê Nîsana 1949'an de tîrêjeke roja azadiyê li Rojhilata Navîn bi taybetî û cîhanê bi giştî hilat. Rêber Abdullah Ocalan nimûneya konfedralîzma demokratîk û biratiya gelan bi pêş xist û hem desthilatî têk bir hem jî hişmendiya kevneperest û baviksalariyê jî têk bir.ʹʹ

Di daxuyaniyê de îşaret girîngiya ku Rêber Abdullah Ocalan daye jinan hate kirin û hate gotin: "Rêber Abdullah Ocalan teqez dike ku şoreşa ku jin cihê xwe tê de nagirin, nabe şoreş. Rêber Abdullah Ocalan banga avakirina artêşa jinan dike. Bang dike ku divê jin rola xwe ya pêşeng di civakê de pêk bînin da ku edaleta civakî pêk were."  

Însiyatafa Nûn anî ziman ku ramanê Rêber Abdullah Ocalan ji pirsgirêkên Rojhilata Navîn re çareserî ye.

Di dawiya daxuyaniyê de rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li gelên şoreşger û bindest hat pîrozkirin û bang li rêxistinên hiqûqî û navneteweyî hat kirin erkên xwe bi cih bînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin.

(mh)