Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga xurtkirina têkoşînê kir

​​​​​​​Di pîrozbahiyên 4ʹê Nîsanê de şêniyên Dêrazor û zarokên şehîdan ên Minbicê soza domandina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan da.

4 nîsan, 2023   15:12
DÊRAZOR

Li gundewarê rojhilat ê Dêrazorê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan bi şahiyekê hat pîrozkirin

Di nav de şêx û rûspî, endamên saziyên leşkerî û sivîl, malbatên şehîdan, bi dehan şêniyên gundewarê rojhilat beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Bi navê Meclisa Sivîl a Dêrazorê cîgirê hevseroekatiya Desteya Rêveber Fethî El Itêş axivî û got: "Em dev ji rêgezên xwe bernadin. Heta pêkanîna serkeftin û azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan em ê tê bikoşin."

Rêvebera Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Dêrazorê Şehrezad El Casim jî axivî û got: "Projeya Rêber Abdullah Ocalan li ser bingehê ʹbêyî azadiya jinan, civak azad nabe" ye. Me ev projeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xistiye pratîkê. Li herêmên me jinan gavên mezin avêtine."

Endamê Meclisa Ciwan û Werzîşê yê gundewarê rojhilat ê Dêrazorê Xenam El Ehmed anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan bandor li tevahî gelan kir, ji ber vê yekê dewleta Tirk a dagirker tecrîdeke giran li dijî wî dimeşîne.

Xenam El Ehmed di dawiyê de got: "Ji bo xilaskirina Rêbertî ji pergala tecrîdê ya li Îmraliyê em ê her tişî bikin."

Di dawiya şahiyê de darên zeytûnan li Parka Rêbertî hatin çandin û dirûşmên banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hatin berzkirin.

MINBIC

Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê jî şahiyek ji zarokên şehîdan re li dar xist.

Şahî li Parka Merec a bajar bi beşdarbûna endamên saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, Meclisa Malbatên Şehîdan û Kombûna Jinan a Zenûbiya hat lidarxistin.

Di şahiyê de stran hatin gotin, govend û şano hatin pêşkêşkirin.

Di dawiyê de Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê diyarî dan zarokên şehîdan.

(bb)

ANHA