​​​​​​​Ciwanên Girê Spî banga hesabpirsîna ji xayînan kir

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya kantona Girê Spî radestkirina gerîla Harûn şermezar kir û bang kir ku hesab ji ajan û xayînan bê pirsîn. Her wiha soza mezinkirina têkoşînê da.

​​​​​​​Ciwanên Girê Spî banga hesabpirsîna ji xayînan kir
4 nîsan, 2023   12:41
EYN ÎSA

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya kantona Girê Spî têkildarî radestkirina gerîla Harûn daxuyaniyek da.

Endamê tevgerê Mecid El Himêdî daxuyanî xwend. Endamên tevgerê li navçeya Eyn Îsayê û koçberên kantona Girê Spî tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de tevgerê radestkirina gerîla Harûn şermezar kir û destnîşan kir ku ajan ji vê bûyerê dixwazin bandorê li xeta berxwedanê bikin.

Her wiha tevgerê rola gerîla Harûn di parastina gel û axê de silav kir û diyar kir ku gerîla Harûn di nava HPG`ê de li hember dagirkeriyê şer kir ku dixwazin xêr û bereketa gelên azad têk bibe.

Di dawiyê de tevgerê bang kir ku hesab ji ajanan bê pirsîn û pêwîstiya mezinkirina têkoşînê û piştgiriya berxwedanê heta pêkanîna serkeftinê, destnîşan kir.

(şx)

ANHA