​​​​​​​Iraq û hikumeta Başûr li ser firotina petrolê li hev kir

Hikumeta navendî ya Iraqê ragihand ku di mijara firotina petrolê de ya ji bo Tirkiyeyê wan bi hikumeta federal a Kurdistanê re li hev kiriye.

​​​​​​​Iraq û hikumeta Başûr li ser firotina petrolê li hev kir
4 nîsan, 2023   12:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarekî hikumeta Başûrê Kurdistanê ji AFP'ê re axivî û got: "Peymana ku hatiye mohrkirin, dê îro (sêşem) bikeve meriyetê."

Firotina petrolê ya ji herêma Kurdistanê ber bi Tirkiyeyê ve piştî biryara Dadgeha Tehkîmê ya Navneteweyî ku navenda wê li Parîsê ye, hatibû rawestandin. Dadgehê biryar dabû ku erka birêvebirina petrolê divê bi Bexdayê re be.