Bi boneya 4`ê Nîsanê li Tebqayê dar hatin çandin

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê bi boneya 4`ê Nîsanê 74 dar li Parka 4`ê Nîsanê ya bajêr çandin.

Bi boneya 4`ê Nîsanê li Tebqayê dar hatin çandin
Bi boneya 4`ê Nîsanê li Tebqayê dar hatin çandin
Bi boneya 4`ê Nîsanê li Tebqayê dar hatin çandin
Bi boneya 4`ê Nîsanê li Tebqayê dar hatin çandin
Bi boneya 4`ê Nîsanê li Tebqayê dar hatin çandin
Bi boneya 4`ê Nîsanê li Tebqayê dar hatin çandin
Bi boneya 4`ê Nîsanê li Tebqayê dar hatin çandin
4 nîsan, 2023   12:34
TEBQA

Tevî şêniyên bajêr, endamên saziyên sivîl, leşkerî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Nivîsgeha Jinan a Zenbûya, Partiya Sûriya Pêşerojê li Parka 4`ê Nîsanê kom bûn û bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan dar li parkê çandin.

Beriya çandina daran, endama rêveberiya Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenbûya ya Tebqayê Nûr El Hefnî axivî û got: “Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan ji bo azadîxwaz û demokratan hilhatina rojeke nû ye.”

Nûr wiha domand: “Destkefiyên îro, encamên felsefeya afirîner a Rêber Abdullah Ocalan in. Jiyaneke nû ji me re afirand. Li hember hewldanên şikandina vîna me, kaxiza serkeftinê ye. Em dev ji fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bernadin ku berxwedaneke dîrokî li hember siyasetên kirêt nîşan dide.”

Di dawiyê de Nûr soza şopandina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan da.

/ar/uploads/files/2023/04/04/120052_mhmwd-alaysa.webp

Her wiha di çalakiyê de endamê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan şaxê Tebqayê Mehmûd El Îsa axivî û got: “4`ê Nîsanê di dîroka mirovahiyê de, bûyereke girîng bû. Ji bo têkoşerên projeya neteweya demokratîk em wê bikin şahî.”

El Îsa destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan ne tenê dilsozê gelê xwe bû lê belê stargeha gelên herêmê bû ku li ser bingeha azadiyê û demokrasiyê û wekheviyê projeya xwe pêşkêş kir.

Piştî bidawîbûna axaftinan 74 dar li Parka 4`ê Nîsanê hatin çandin.

Di heman çarçoveyê de, bi dehan endamên Komîteya Ciwan û Werzîşê, endamên Yekitiya Jinên Ciwan, li pêşiya stada yekitiyê ya Tebqayê kom bûn û daxuyaniyek da.

Hevserokê komîteyê, Mehmûd El Yetîm daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyekê de rojbûna 74`an li Rêber Abdullah Ocalan hate pîrozkirin û soza şopandina rêya berxwedanê û serkeftinê hate dayîn. Her wiha bang li ciwanên azad hat kirin ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, têkoşîn û berxwedanê mezin bikin.

(şx)

ANHA