Detayên nû yên têkildarî mislimankirina 2 êzidiyan li Efrînê

Saziyên êzidiyan ên herêma Efrînê diyar kirin ku 2 welatiyên Êzidî ên di bin gefa kuştinê de neçar man bûn bibin misliman. Her wiha bi bîr xistin ku ji roja dagirkirina Efrînê ve hêzên dagirker zextê li malbata her du welatiyan dike û hejmarek welatiyên Êzidî yên qebûl nekirin bibin misilman qetil kirin.

Detayên nû yên têkildarî mislimankirina 2 êzidiyan li Efrînê
4 nîsan, 2023   00:46
ŞEHBA – CÛDÎ SÎPAN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên xwe li dijî şêniyên Efrîna dagirkirî, nexasim li dijî Êzidiyan didomînin. Di dema dawîn de ji qaşo şêxekî komeleya "El Weqif" ya girêdayî çeteyan li gundê Qîbarê yê Êzidiyan ya navçeya Şera, ji malbateke Êzidî du kes neçar kirin ku bibin misilman.

31ʹê Adara borî dîmenek di medayaya dijîtal de hate parvekirin. Di dîmenê de welatiyên bi navê Şêxo Arif û Heyder Arif şehadeyên eşheda xwe tînin ziman. Li gorî agahiyên ku ji herêma dagirkirî hatin parvekirin, çeteyên dewleta Tirk  dagirker bi gefa kuştinê her du welatiyên Êzidî neçar kirin ku bibin misliman.

 LI MALBATÊ ZEXT HATIYE KIRIN

/kr/uploads/files/2023/04/03/200118_-.webp

Têkildarî vê, berdevka Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava Suad Hiso ji ajansa me re axivî. Suad Hiso destnîşan kir ku malbata Arif a ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker ew neçar kiriye ku bibe Musliman, piştî dagirkirina Efrînê bi demeke kurt rastî gelek êriş û zextan hatiye.

Suad Hiso diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker malên malbatê bi temamî talan kirin, dest danîn ser milkê wan û bi domdarî zextê li wan dikirin.

Suad wiha zêde kir: "Polîsên Leşkerî û komeleya El Weqif ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gefa kuştinê li malbatê xwar û got ku eger ew nebin Misliman dê çarenûsa wan jî wek a 4 ciwanên Cindirêsê bibe."

Suad Hiso destnîşan kir ku kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrîna dagirkirî ji kiryarên çeteyên DAIŞ'ê yên li Şengalê ne cudatir in û got: "Nav hatin guherîn lê rû her ew e."

Di dawiya axaftina xwe de Suad Hiso bêdengiya navneteweyî ya li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Kurdan bi giştî û Êzidiyan bi taybetî şermezar kir.

ʹDESTPÊKÊ ÎŞKENCE LI WAN KIRINʹ

/kr/uploads/files/2023/04/03/200101_-.webp

Berdevkê Nivîsgeha Têkiliyên Dîplomatîk a Meclisa kantona Efrîn û Şehbayê û hevserokê berê yê Yekitiya Êzidiyan a Herêma Efrînê  Mistefa Nebo diyar kir ku ji Adara 2018'an heta bi roja îro ve sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî hemû pêkhateyên Efrînê didomin.

Mistefa Nebo bal kişand ser komkujiya li Cindirêsê û got: "Çeteyên dewleta Tirk a dagirker hewl dan di kesayeta 4 ciwanên ku ji dagirkeran netirsiyan û agirê Newrozê dadan de nasnameya kurdî ji holê rakin."

Nebo destnîşan kir ku piştî dagirkirina Efrînê bi mehekê çeteyên ʹEhrar El Şamʹ Heyer Arfir û Şêxo Arif revandin  û hemû cûreyên îşkenceyê li wan kirin.

Nebo got: “Sûcên wan ên li dijî Êzîdiyan ji dema dagirkirina Efrînê heta bi îro de didomin, nexasim bi rêya guhertina demografiya gundên Êzidiyan, avakirina mizgeftan tê de û neçarkirina zarokên Êzidî ji bo waneyên şerîetê bibînin, da ku fikrê tundraw û fikrê terorê di mejiyê wan de bên çandin.ʹʹ

JI BER KU ŞEHADEYÊN ÎSLAMÊ BI LÊV NEKIRIN WÎ QETIL KIR

Nebo destnîşan kir ku ji dema dagirkirina Efrînê ve wan xerakirin û wêrankirina 16 deverên olî yên Êzidiyan ên li kantonê ji belge kirine.

Nebo diyar kir ku welatiyê bi navê Omer Şemo yê ji gundê Qîbarê qebûl nekir herdu şehadeyên îslamê bi lêv bike, ji ber vê yekê çeteyên dewleta Tirk a dagirker wî qetil kir.

Di dawiya axaftina xwe de, Mistefa Nebo bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mirovî kir ku yekser van binpêkirinan rawestînin û xwedî li erkê xwe yê li hember şêniyên Efrînê û civaka Êzidî bi taybetî derkevin.

 (mh)

ANHA