​​​​​​​Rêber Abdullah Ocalan: Dûrbûna fîzîkî ya di navbera me de bê wate ye

“Avakirina civaka azad wê ancax bi pêşxistina rêveberiyên xweser, demokratîk mumkun bibe. Avakiran siberojên azad, ancax mirovên azad deynin şuna mirovên ku kirine kole mumkun e. Dema bi roniya vê rastiyê bê temaşekirin, wê bê fêmkirin ku zindanên fizikî jî pir bê wate ne. Dûrbûna fîzîkî ya di navbera me de bê wate ye.”

​​​​​​​Rêber Abdullah Ocalan: Dûrbûna fîzîkî ya di navbera me de bê wate ye
4 nîsan, 2023   01:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro roja (4 Nîsan) rojbûna Rêber Abdullah Ocalan e, ku ev 25 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdek girankirî de ye û zêdetirî 2 salan e jî tu agahî jê nayê girtin. Rêber Abdullah Ocalan di gelek nirxandinên xwe de bal kişandiye ser têkoşîna ji bo mirov û civakên azad û diyar kiriye ku ancax bi vî rengî wê komplo werin têkbirin, tecrîd were rakirin.

Bi minasebeta 4’ê Nîsanê, peyama ku Rêber Abdullah Ocalan sala 2014’an ji bo “Meşa Amarayê ya 4’ê Nîsanê” şandibû û bal kişandibû ser girîngiya avakirina civaka azad careke din parve dikin:  

"Gelê xweşewîst ê Kurdistanê; ez hemû rêhevalên xwe, ciwan û jinên ku 4’ê Nîsanê ji roja rojbûna min zêdetir wekî jinûve zayîna miletekê watedar dikin, xeyalên xwe yên azadiyê di kesayeta min ded dikin û dimeşin Amarayê bi rêzdarî silav dikim. Me 40 sal beriya niha bi gotina ‘Kurdistan Mêtingeh e’ dest bi têkoşîna xwe ya azadiyê kir. Ev têkoşîn êdî bi fedakariya we, bi keda nirxên me yên ku nîqaş li ser wan nayê kirin û bi têkoşîna biryardarî ya hemû saziyên me gihîştiye asta jiyana rêveberiya cehwerî. Ev erdnîgarî baxçeyekî gelan ê pir nasname, pir çand, pir bawerî û pir rastiyên cuda yên li cem hev jiyan dikir bû. Hemû gelên Rojhilata Navîn di dema ku sefera modernîteya kapîtalîst a li dijî xak û nirxên wan dijwar bû de, bi rûyê qirker ê dewleta netewe re rû bir û man. Hatiye fêmkirin ku ji niha û pê de bi rejîmên kevin û bîrdoziyên wan re li ser van xakan jiyankirin çênabe. Avakirina civaka azad wê ancax bi pêşxistina rêveberiyên xweser, demokratîk mumkun bibe. Avakiran siberojên azad, ancax mirovên azad deynin şuna mirovên ku kirine kole mumkun e. Dema bi roniya vê rastiyê bê temaşekirin, wê bê fêmkirin ku zindanên fizikî jî pir bê wate ne. Îlhama ku pratika têkoşîma me daye hemû gelên cîhanê, tam jî ew rastiye ku zindanan veguherînen qadên azadiyê. Em dizanin ku eger wiha neyê temaşekirin, welatek bi çiya, deşt û bajarên xwe ve bi temamî vediguhere zindanek tarî. Dûrbûna fizikî ya di navbera me de bê wate ye. Ez îro bi we re li ser sifreya rojê ya li Amarayê hatiye danîn im. Yek bi yek di nava hemû rêhevalên xwe de me. Ez axa me ku ne tenê şahidiya me, şahidiya tevahiya şaristaniyê kiriye, di serî de rêvalên me yên jin û ciwan, emanetî hişmendiya azadiyê ya tevahiya gelê me dikim. Bi baweriya xwe ya ku em ê di welatekî azad de bên cem hev, we hemuyan hembêz dikim.”    

ANHA