'Hevalên fedaî yên jin hişyarî da hemû kesî'

Yek ji fermandarên YPG`ê Zeynel Heleb bi minasebeta salvegera damezirandina YPJ`ê bal kişand ser fedakariya şehîdan û têkoşîna şehîd Ekîn Doza vegot.

'Hevalên fedaî yên jin hişyarî da hemû kesî'
4 nîsan, 2023   04:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) 10 salên xwe temam dike. YPJ di 4`ê Nîsana 2013`an de hat damezirandin û barê parastina hebûn, çand û nasnameya gelan û tevahî jinan da ser milên xwe.

Rêwîtiya artêşa jinên azad (YPJ) a 10 salan bi lehengî û fedakariyan tijî ye. Bi têkoşîna van lehengên ku gihîştine şehadetê îro YPJ li Kurdistan û cîhanê bûye yek ji navendên hêviya azadiyê.

Lehengek YPJ`ê ku mohra xwe li rûpela dîroka têkoşînê daye jî Evîn Aslan a bi nasnav Ekîn Mardîn Doza ye.

Hevala Ekîn sala 1988`an li bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye û di nava malbateke welatparêz de rabûye. Piştî destpêkirina Şoreşa Rojava, berê xwe dide Rojavayê Kurdistanê û tev li nava refên YPJ`ê dibe. Di nava şerên dîrokî yên Kobanê û Şengalê de jî cih digire. Herî dawî tê Efrînê û di Berxwedana Serdemê de cih digire û di 7`ê Adara 2018`an li gundê Tirmîşa yê navçeya Şiyê çalakiya fedaî pêk tîne û şehîd dibe.

Têkoşîn û bîranîna şehîd Ekîn ji bo rêhevalên wê yên xort jî bûye rêzanek.

/kr/uploads/files/2023/04/03/200349_zeynel-heleb.webp

Bi minasebeta salvegera damezirandina YPJ`ê, yek ji fermandarên YPG`ê Zeynel Heleb derbarê têkoşîn û çalakiya fedaî ya şehîd Ekîn de ji ajansa me re axivî.

'LI KOBANÊ Û ŞENGALÊ JÎ ŞER KIRIBÛ'

Zeynel Heleb li ser kesayet û têkoşîna şehîd Ekîn ev tişt gotin: “Heval Ekîn di pêkanîna armanca xwe de pir bi israr bû, pir bi îsrar diçû ser dijminê xwe. Bêhtir li ser kar û xebatê şoreşê pêşxistin serê xwe diêşand û ji fikr û tecrûbeyên hevalên xwe sûd werdigirt. Wê rewşa gelê Bakur dîtibû, hê ji zarokatî de bi nêzîkatiyên dijmin ên li hember gel û jinan re rû bi rû mabû, ew êş hîs kiribû. Rastiya dijmin baş nas dikir, bi wê zanabûnê jî bi israr tevdigeriya. Ew bi xwe jî ket nava çend çalakiyan. Ew ji çavê wê yê çepê ve birîndar bibû, lê rojekê nedida hîskirin ku birîndariya wê li pêşiya wê bûye asteng. Heval Ekîn ji ber ku cihê xwe di şerê Efrînê de digirt, keyfxweşiya xwe dianî ziman. Hevala Ekîn di şerên dîrokî yên li Şengal û Kobanê de jî cihê girtibû.”

ŞEHÎD EKÎN: PÊWÎST E EM LAYÎQÎ BERXWEDANÊ BIN

Heval Ekîn di Berxwedana Serdemê de hem li eniya Raco, hem jî li gundê Tirmîşa yê girêdayî navçeya Şiyê li ber xwe dide. Zeynel Heleb anî ziman ku piştî gundê Tirmîşa dikeve, hinek heval jê dikişin, hevala Ekîn jî dikeve nava şer û birîndar dibe. Zeynel Heleb bîranînên wê demê wiha parve dike: “Heval dixwazin wê derxînin, min bi xwe jî li ser telefonê jê re got eger tu dikarê derkeve, lê qebûl nekir û ev bersiv da 'Na, ev berxwedana hanê ne ku mirov xwe jê bikişîne, pêwîst em layîqî vê berxwedanê derkevin, mirov çi bike bila bike, pêwîst e em vê berxwdanê berdewam bikin, ji bo ev gelê berxwedêr muhtacî van çeteyan û dewleta Tirk nebe'. Ji ber ku wê dizanîbû eger dijmin bikeve Efrînê wê çi bîne serê gel.”

‘PLANA ÇALAKIYA XWE YA DÎROKÎ BI ME RE PARVE KIR’ 

Hevala Ekîn plana çalakiya xwe ya dîrokî bi hevrêyê xwe Zeynel Heleb re parve dike. Zeynel wê yekê wiha vedibêje: “Ez li cebheya Raco birîndar bûm. Piştî birîndariya bi 5-6 rojan, dema min tedawî didît, şehîd Ekîn li ser telefonê li min geriya. Telefon vekiribû û pêvçuna xwe jî berdewam dikir. Ji me re got ku ew ê heta fîşeka xwe ya talî şer bike û bi 3 bombeyên xwe yên mayî wê çalakiya xwe pêk bîne. Weke me jî di telefonê de guhdar dikir, hinek heval û gel jî şahidiya wê bûyerê dikin. Bi rastî jî wisa dike, heta fîşeka xwe ya dawî şer dike, dema çete tên ser wê, şehîd Ekîn xwe dike weke ku miriye, xwe li ser rûyê xwe dirêj dike û dema çete nêz dibin çalakiya fedaî pêk tîne. Wisa jî digihêje şehadetê.”

'DIGOT VÊ CARÊ WÊ RÊBERTÎ RIZGAR BIBE'

Zeynel Heleb bal kişand ku şehîd Ekîn bi wê yekê bawer dikir ku dê şikestina dewleta Tirk a dagirker li Efrînê bibe destpêka azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û anî ziman ku bi wê baweriya serkeftinê û bi slogana “Vê carê wê Rêbertî rizgar bibe” çalakiya xwe pêk anî.

Heleb wiha dawî li axaftina xwe anî: “Çalakiya şehîd Ekîn hişt ku gelek kes bandor û hişyar bibin. Hevalên ku bi awayekî fedaiyane şehîd ketin didîtin ku wan ne tenê li hember dewleta Tirk û çeteyên wê şer dikir, lê li hemberê NATO`yê, li hember gemar û îxanetê şer dikirin. Ew ketibûn vê zanabûnê, bi vê rihê şer dikirin, ev jî bersivek ji bo cîhanê bû. Em soza xwe li hember şehîdên Berxwedana Serdemê nû dikin ku em ê layîqî wan bin, pratîka wê jî em ê bikin vegera Efrînê.”

(c)

ANHA