Partiya Sûriya Pêşerojê: Divê dewleta Tirk a dagirker ji welêt derkeve

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Efrîn-Şehbayê bi boneya salvegera 5`an a damezirandina partiyê daxuyaniyek da û bang kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji welêt derkevin.

Partiya Sûriya Pêşerojê: Divê dewleta Tirk a dagirker ji welêt derkeve
27 adar, 2023   12:08
ŞEHBA

Di boneya salvegera 5`an a damezirandina Partiya Sûriya Pêşerojê de bi dehan endamên partiyê, nûnerên partiyên li kantonê li navenda partiyê ya li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê kom bûn.

Serokê meclisa partiyê şaxê Efrîn-Şehbayê Mihemed Bêrem daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku partiyê ji bo temamkirina projeya demokratîk û pêkanîna armanca xwe ya sereke ku sûriyeyiyan ji windabûn û parçebûnê xilas bike, gelek fedakariyên mezin kirin û hewl da ku ji hemû kêmneteweyan û pêkhateyên li Sûriyeyê re bibe bersiv. Her wiha hat diyarkirin ku partî ji bo parastina çaresenûsa hemû sûriyeyiyan, çand, hebûn, yekitî û axa Sûriyeyê hate damezirandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Partiyê jinên sûriyeyî teşwîq kir ku tev li dayîna biryaran bibin ji ber stûna civakê ne. Ew jî bi awayekî mezin bi pêş ket, hebûna xwe li ser gelek astan rave kir û gavên bi cesaret ji bo parastina axê avêtin û çek rakir. Ji ber wê kujeran hewl dan di kesayeta sekretera giştî ya partiyê şehîd Hevrîn Xelef bikin hedef ku her tim banga aştiyê dikirin.

Di daxuyaniyê de îşaret pê hat kirin ku partî ji bo ku sûriyeyiyan komî ser hev bibin û hêviiyên wan bi rêya diyaloga sûriyayî pêk werin hate avakirin.

Di dawiyê de bang hat kirin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji welêt derkevin, axa Sûriyeyê vegere xwediyên wê yên rastîn, her wiha soza şopandina rêya şehîdan heta rizgarkirina hemû axa dagirkirî hat dayîn.

(şx)