Li Efganistanê teqîn: 2 kes hatin kuştin û 12 kes jî birîndar bûn

Di teqîneke li nêzî Wezareta Karên Deve ya Efganistanê de 2 kes hatin kuştin û 12 kes birîndar bûn.

Li Efganistanê teqîn: 2 kes hatin kuştin û 12 kes jî birîndar bûn
27 adar, 2023   12:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Reutersê teqîn li paytexta Efganistanê Kabulê pêk hat û di encamê de 2 kes hatin kuştin û 12 din jî birîndar bûn.

Reutersê ku agahiyên xwe spartin 2 şahidan û da zanîn ku dengê teqîneke mezin ji herêmekê hatiye ku tê de avahiyên hikumî û balyozxaneyên biyanî hene.

Li gorî ajansê li Kabulê û deverên din di çend mehên dawîn de gelek êriş pêk hatin ku çeteyên DAIŞ`ê berpirsyariya gelek ji wan girtiye ser xwe.

Di Çileyê de teqînek li nêzî avahiya Wezareta Karên Derve pêk hatibû, dema ku karmend dawiya rojê ji avahiyê derdiketin û di encamê de herî kêm 5 kes hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.

(şx)