​​​​​​​'Komkujiya li Cindirêsê sûcekî qirkirinê ye'

Meclisa Jinan a Sûriyeyê komkujiya li Cindirêsê şermezar kir û destnîşan kir ku ev sûcekî qirkirinê yê birêxistinkirî yê li dijî gelê Kurd ê li Efrînê ye.

​​​​​​​'Komkujiya li Cindirêsê sûcekî qirkirinê ye'
27 adar, 2023   11:45
HELEB

Meclisa Jinan a Sûriyeyê têkildarî komkujiya li navçeya Cindirêsê ya Efrînê ya şeva Newrozê pêk hatibû û di encamê de 4 welatiyên Kurd şehîd bûbûn, daxuyaniyek da.

Endama Nivîsgeha Rêxistinî ya Meclisa Jinan a Sûriyeyê Sofiye Îsa daxuyanî li pêşiya avahiya meclisê ya li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a Helebê xwend.

Di daxuyaniyê de komkujî hat şermezarkirin û hate gotin: “Kiryarên nîjadperest ên qirêj ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve li dijî xelkê Efrînê didomin. Ev zêdetirî 5 sal e li dijî xelkê Efrînê hemû kiryarên nîjadperest û faşîzane tên kirin û guhertina demografiyê didome.”

Di dewama daxuyaniyê de, komkujî wek sûcekî qirkirinê yê birêxistinkirî yê li dijî Kurdên li Efrînê hat binavkirin û bang li aliyên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hat kirin “kiryarên terorîst” rawestînin û fişarê li dewleta Tirk û çeteyên wê bikin ku ji Efrînê derkevin, biyaniyên li herêmê hatine bicihkirin jê derkevin û şêniyên wê lê vegerin.

(şx/cx)

ANHA