​​​​​​​Dewleta Tirk gundekî Amêdiyê bombebaran kir

Balafirên dewleta Tirk a dagirker  du caran gundekî Amêdiyê bombebaran kirin û gund jî hate valakirin.

​​​​​​​Dewleta Tirk gundekî Amêdiyê bombebaran kir
24 adar, 2023   17:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsʹê, danê êvarî balafirên dewleta Tirk a dagirker gundê Sigêrê yê li devera Nihêlê ya dikeve rojhilatê bajarokê Amêdiyê bombebaran kir û gund jî hate valakirin.

Welatiyên gund ji Rojnews’ê re ragihandin ku heta niha jî balafir li ser herêmê digerin û tirs û xov xistiye dilê niştecihên herêmê.  Welatiyan diyar kirin heta niha ji ber dengê balafiran nekarîne nêzîkî sînor bibin ku bizanin encama bombebaranê de windahiyên jiyanî çêbûne yan ne.